Gundê Elîsaray ê girêdayî  navçeya Kerkûkê Daqoqê Kurdên Kakeyî lê dijîn. Ev gund di serdema Safewiyan de weke navenda baweriya Yarasan dihat hesibandin, qewmê ku bi armanca belavbûna mezhebê xwe ji Kirmaşahê ya girêdayî Îranê belav bûn li herêma Germiyanê bi cih bûn. Li gorî herêma lê bi cih bûn Yaresanên ku navên cûda cûda lê dihatin kirin. Li vir jî navê Kakeyî ku tê wateya bira lê hat kirin. Kakeyiyên bi armanca belavbûna mezheba xwe belav bûn, li hemberî êrîş û zextên dibe ji nişka ve çêbibin, ji bo parastina xwe baweriya xwe ji derve re venakin û li ser zêde agahî nadin derve.

 

Ji cih û warên xwe koçber bûn

Navê gundê Elîseray bingeha xwe ji baweriya wan a olî digire. Ev gundê ku ji gundên derdorê hîn kevintire, navê Elîseray ê ku tê wateya Qesra Elî lê hatiye kirin. Çeteyên DAIŞ’ê piştî êrîşê Kerkûkê kirin, beşek ji gelê Kakeyî yên li vir rûdinin, neçar man koçberî cihên cûda bin. Piştî gundên vir di 2015’ê de ji aliyê gerîlayên HPG-YJA Star û pêşmergeyan ve bi operasyonek hevbeş hatin rizgarkirin, gelê Kakeyî yên xwe dinava ewlehiyê de hîs dikin cardin gelê Kakeyî paşda vegeriyan û jiyana xwe berdewam dikin.

 

Li dijî malên beton, malên axê

Gundê Elîseray ê ku te gotin pêş êrîşan şêniya wî hîn zêdetir bû, niha ji 16 xaneyan pêk tê û gel her bi şêweyek sinordar jî be debara xwe li ser çandinî û lawirvaniyê dike. Ev gund di heman demê de jî li dijî avahiyên betonê yên ku hema bêje qet dinava gund de nînin e. Gelê malên xwe ji axê û bi şêweyê kuban çêdikin, di roja me de jî vê kevneşopiya xwe berdewam dike.

 

Gerîla û peşmerge gund diparêzin

Gundê Elîseray û gundên din ên Kakeyî lê dijîn, metirsiya ku çeteyên DAIŞ’ê li ser van herêman daye çêkirin, hîna didome. Ji bo vê jî hemû herêm û gundê Elîseray ê ku Yarasanî lê dirûnin, ji aliyê gerîlayên HPG-YJA Star û hêzên pêşmergeyan ve tê parastin. Gerîlayên ku li derdora gund çeperên xwe çêkirine, 24 saetan gund û herêmê diparêzin.



AMARA ROJBÎN/ROJNEWS/KERKÛK