Gerîlayên HPG/YJA-Starê li Girê Şehîd Derwêş ê Xakûrkê li dijî artêşa Tirk çalakiya sabotajê kir. HPG’ê ragihand ku di çalakiyê de gelek eskerên Tirk hatine kuştin û birîndarkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan ên li dijî artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG’ê got; “Hêzên me 3’ê Hezîranê êvarê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker li Girê Şehîd Derwêş çalakiya sabotajê li dar xist. Di vê çalakiyê de gelek esker hatin kuştin lê hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin.”

Heta niha 2 şehîd hene

HPG´ê li ser proaganda û derewên dewleta Tirk ên li ser dagirkeriya wê de jî got, “Wezareta Parastinê ya Tirk di nûçeyên li ser dagirkeriyê de îdîa kir ku heta niha 34 gerîlayên me şehîd bûne. Bîlançoya ku her roj Wezareta Parastinê ya Tirk radigihîne, ti elaqeya wê bi rastiyê re tine ye. Divê gelê me ji van nûçeyên şerê taybet ên dagirkeran ku bi hemû teknolojiya di destê xwe de bi hovane êrişî xaka Kurdistanê dike, bawer nekin. Heta niha di dagirkeriyê de 2 hevreyên me şehîd bûne û di daxuyaniya 3’ê Hezîranê de me ev ragihandibû. Dewleta Tirk ku li beramberî gerîla hemû îmkanên xwe seferber kirine, ti serketin bi dest nexistiye, ketiye pey serketinên qelp û derew.”

 

ANF/BEHDÎNAN