Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, li ser çalakî û operasyonên li Çewlîk, Şirnex, Colemêrg û Bedlîsê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, 9 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev agahî da: “Roja 8’ê Gulanê, hêzên YJA Starê, li navçeya Xîzan a Bedlîsê dor li yekîneyeke artêşa TC girtin û saet di 18:00 de li yekîneyê dan. Ji cihekî nêz ve derb lê hat dayîn û di encamê de 4 leşker hatin kuştin. Ev çalakî ji bo bîranîna gerîlayên li eyaleta Garzanî şehîd bûn hate lidarxistin.

Li Çewlîkê kemîn û sabotaj

3’ê Gulanê saet di 21:00 de, hêzên me li nêzî qereqola Gaz a ser bi navçeya Dara Hênê ya Çewlîkê, kemîn danîn pêşiya komek ji leşkeran. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin. 5’ê Gulanê de li hemberî treneke bar a ji Elezîzê diçû navçeya Dara Hênê, li nêzî Deşta Êmanê çalakiyeke sabotajê hate kirin. Di çalakiyê de derb li trenê hate xistin.

7’ê Gulanê li nêzî qereqola Bawan a navçeya Dara Hênê, hêzên me maşînên kar ên rêyên ewlekariyê çêdikirin, şewitandin.

Roja 8’ê Gulanê, artêşa TC li herêma Dara Hênê dest bi operasyonekê kir. Hêzên me li quntarên Hêgaderê li dijî baskekî operasyonê çalakiya sabotajê kirin. Di encama çalakiyê de 3 leşker birîndar bûn.

Şirnex

8’ê Gulanê saet di 09:30 de, komek ji gerîlayên me li geliyê Deştanê yê li navçeya Qilaban a Şirnexê, li leşkerên artêşa TC rast hat. Li vê derê ji bo demeke kurt şer qewimî. Di vî şerî de hevalekî me şehîd bû. Di şer de 1 jê giran bi giştî 6 leşker birîndar bûn.

Colemêrg

8’ê Gulanê saet di 15:00 de, li girê Havan ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakî hate lidarxistin, ku artêşa TC lê bi cih bû bû. Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin. 

Roja 7’ê Gulanê saet di 17:30 de, li dijî qereqola Girê ya li navçeya Çelê bi hawanan çalakiyek hate kirin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

Êrîşên balafirên şer

8’ê Gulanê saet di 23:00 de, balafirên şer ên artêşa TC, bombe li qada Çemço ya li Zapê barandin. Heman rojê saet di navbera 21:00-23:30 de geliyê Sergele, derdora gundê Baskê yê Deraşa  yên ser bi navçeya amediye ya Duhokê, ji aliyê balafirên şer ve hatin bombekirin. Ji ber vê bomberdûmanê zerar li rezên gundiyan bû.” 


 ANF/BEHDÎNAN