Hêzên gerîla li dijî artêşa Tirk a dagirker berê çalakiyan fireh dike. Di encamê de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der bar çalakiyan de agahî da. Li gorî daxuyaniyê, "Hêzên gerîla di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê de 6'ê Tîrmehê li Girê Şehîd Adar li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyeke sekvaniyê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate cezakirin. Di çarçoveya Pêngava Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên gerîlla li dijî artêşa TC a dagirker çalakî li dar xistin. Di vê çarçoveyê de; 5'ê Tîrmehê, gerîllayên YJA Starê li qada Çarçella ya herêma Zagrosê çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate cezakirin. 6'ê Tîrmehê, hêzên gerîlla li dagirkerên li ser Girê Xeregol ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê xistin. Di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de hêzên gerîlla 6'ê Tîrmehê li navçeya Elbakê ya Wanê li dijî qereqola Xelkavayê çalakiyek kirin. Di van herdu çalakiyan de ku bi xurtî hatin kirin, hejmara leşkerên hatin kuştin û birîndar bûn nehate tespîtkirin."

2 şehîdên Mêrdînê

HPG'ê nasnameya 2 gerîllayên li Mêrdînê şehîd bûn eşkere kir û got, "Hevrêyên me Baz û Kawa bêyî dudilî bi rengekî efsanewî li ber xwe dan û derbên giran li artêşa mêtinger xistin." Di daxuyaniyê de tê gotin, “Di daxuyaniya xwe ya 10'ê Hezîranê de me ragihandibû ku 4'ê Hezîranê artêşa TC a dagirker li bejahiya navçeya Mehsertê ya Mêrdînê dest bi tevgereke dagirkeriyê kiriye û di dema tevgerê de hevalên me Halîl Yildirim bi nasnav Baz Mordem Torî yê li Batmanê ji dayik bûye û Serkan Tûtak bi nasnav Kawa Dogan ê li Mêrdînê ji dayik bûye şehîd bûn. Hevrêyên me ku heta kêliya dawî ji berxwedanê venegeriyan, li dijî dewleta TC a dagirker bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Hevrêyên me ku bi berxwedana xwe bûn efsane, bersiva herî zelal dan dagirkeran. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê xwedî li berxwedana bi rûmet a şehîdên leheng derkevin û têkoşîna hevrêyên xwe bi ser bixînin." ANF/BEHDÎNAN