HPG’ê diyar kir ku gerîlayên wan, 19’ê Adarê li dijî artêşa Tirk li Girê Xeregol ê navçeya Çelê ya ser bi Colemêrgê, çalakî kiriye. HPG’ê têkildarî êrîşên hewayî jî agahî dan.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî her du mijaran daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG’ê diyar kir ku, hêzên wan roja 19’ê Adarê saet 13:00’an li dijî artêşa TC’ê ya dagirker a ku li Girê Xeregol ê navçeya Çelê ya ser bi Colemêrgê bi cih bûbû, çalakiyek li dar xistiye. HPG’ê got, di çalakiyê de çeper û baregehên dijmin bûne hedef, hejmara kuştî û birîndaran nehatiye testpît kirin.
HPG’ê têkildarî êrişên hewayî got; “Roja 20’ê Adarê (doh) balafirên şer navbera saet 09:00 û 10:30’an de bombe li gundê Bêreşê, Bêpalan û Kozinê, û herêma Kalatûka yên herêma Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.
19’ê Adarê seat 16:00’an jî balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li girê Evdalkovî û Lêlikan ên herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê barandin.
Di bombebaranan de tu windahiyeke canî ya hêzên me çenebû, lê di êrişa hewayî ya li dijî Qendîlê de zirareke mezin gihişte bax û baxçeyên gundiyan.”
ANF / BEHDÎNAN