HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan yên di 8-11’ê Îlonê de li Colemêrg û Îdirê kirî, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ji bo çalakiya 10´ê Îlonê ya li Çelê wiha hat gotin: “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de, di 10’ê Îlonê de saet di 11.30’an de li dijî eskerên dagirker ên li Girê Xeregolê yê Çelê çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de hêzên me bi awayekî xurt derb li çeperên dijmin dan û hejmara eskerên kuştî û birîndar nehat tespîtkirin. Artêşa dagirker êvarê bi helîkopterên Skorksky kuştî û birîndarên xwe ji deverê derxistin.”
HPG´ê wekî din got, 8’ê Îlonê, gerîlayên YJA-Starê li dijî artêşa Tirk a li Geliyê Deştanê ya Çelêya Colemêrgê bi çalakiyeke sûîkastê eskerek kuştiye.
Kobrayeke din hat îmhakirin
HPG´ê ji bo çalakiya li Îdirê jî ev agahî dan: “Di çarçoveya Pêngava Serfiraziya Şoreşgerî ya ku li Eyaleta Serhedê hatiye destpêkirin, hêzên me 11’ê Îlonê saet di 07.40’an de li dijî wesayîteke zirxî ya Kobra ya li Qada Dîlûcû çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî îmha bû û hejmara eskerên kuştî û birîndar nehate tespîtkirin.”n ANF/BEHDÎNAN