HPG'ê ragihand ku hêzên wan li herêma Derya Reş, li dijî yekîneya operasyonê çalakî kiriye û di encamê de herî kêm 5 eskerên artêşa Tirk hatin kuştin, gelek eskeran jî xwe ji kendêl ve avêtiye xwarê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya hêzên gerîla ya li Derya Reş, ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ozan û Şehîd Roza Dersim de roja 5'ê Nîsanê pêk anîn, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG di daxuyaniyê de da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker, roja 4'ê Nîsanê li devera navbera navçeya Tonya ya Trabzonê û navçeya Kurtun a Gumuşhaneyê, bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov û wesayitên zirxî, dest bi operasyonê kiriye.
ji guleyan reviyanxwe di kendêl werkirin
HPG´ê wiha dewam kir: "Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ozan û Şehîd Roza Dersim de roja 5'ê Nîsanê yekîneyeke operasyonê şopand. Piştî demekê, saet 14:00´an li vê yekîneya dijmin xist. Hêzên me xwe berda cihê ku yekîneya dijmin lê bû û ji nêz ve li eskeran xist. Ji ber derbên xurt ên hêzên me, gelek eskerên yekîneya dijmin xwe ji kendêl ve avêtin û bi vî rengî hewl dan birevin.
Hêzên me li vê derê çûn ser cenazeyên 5 eskerên dijmin. Di çalakiyê de bi dehan eskerên dijmin birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi 2 helîkopterên bi tîpa Skorsky û ambûlansekê eskerên xwe yên kuştî û birîndar ji herêmê rakirin."
ANF/BEHDÎNAN
Li Erzînganê eskerek hat kuştin
Li gorî îdîaya walîtiya Erzinganê, dema eskerên cendirme, qaşo teqemenî bê bandor dikir, teqînek pêk hatiye û di vê teqînê de eskerek hatiye kuştin û eskerek jî birîndar bûye. Li Taxa Sandikli ya Navçeya Kemaliye ya Erzinganê bûyer qewimiye û eskerê hatî kuştin ê Fermandariya Cendirmeyan a Erzînganê ye.