Wexta mirov daxuyaniyên nûnerên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dixwîne, wer fam dike ku ji her hêlan ve di tengasiyê de ne û hewl didin ku bi rojevkirina mijarên nayê bîra tu kesî ve, bêhnekê bistînin. Dixwazin bala xelkê ji pirsgirêkên sereke yên Başûr dûr bixin û bi mijarên ku tansiyona siyasî bilindtir bike ve, mijûl bikin. Helbet, daxwaziya helwesta guhertina rojevê ya ji hêla nûnerên PDK’ê ve tê famkirin. Lê yê ku neyê famkirin ew e; çima ew berjewendiyên xwe di fetisandina hêviya yekîtiya neteweyî de digerin?.. Qey tu mijareke din nine ku PDK xelkê pê mijûl bike û zirarê jî nede yekîtiya neteweyî?.. Tim û tim bi provokekirina KCK’ê re, PDK’ê dixwaze çi sûdê jê werbigire?

Hefteya çûyî di serî de Serokê Ajansa Ewlekariyê Mesrûr Barzanî û li pey wî jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dan xuyakirin ku;“dema rewş asayî bibe, gereke PKK ji başûrê Kurdistanê derkeve!”  Herdu rayedaran jî PKK wek “mêvanek li axa Iraqê” binavkirin!.. 

Gelo li beramberî van gotinan Kurd qey napirsin; hûn bi nave Kurdan dipeyivin an bi nave Iraqê? Kanê we bahsa ‘serxwebûna Kurdistanê’ dikir. Niha xwedîderketina dewleta Iraqê ji we re maye? Kurdistan ku dever e û hûn ji Kurdistanê çi fam dikin? Kurd û kîjan civakên din ên Kurdistanî û Iraqî ji gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG/YJA Star) û Yekineyên Parastina Gel (YPG/YPJ) zirar dîtine û ew rewşa kê dixin bin xetereyê? Çima hûn dengê xwe ji bo leşkerên Tirk ên bi salane li Behdînanê ne, qet nakin? Çima bombebaranên teyareyên dewleta Tirk ên li Başûr, ên heta îro ewqas Kurdên sivîl kuştin û hê jî berdewam dikin, we dilteng nake?...

Meriv dikane, pirsan zêdetir jî bike. Em li vir bahsa siyaseta PDK’ê ya li dijî Rojava, bi kolandina xendekan û ambargoyê hewldana lawazkirina şoreşa Rojava, di siyaseta Rojava de piştgirîdayîna dewleta Tirk a dij-Kurd, destekdayîna wan a ji AKP’ê ya ku bi destê DAÎŞ‘ê dixwaze Rojava bifetisîne û hebûna Kurdan ji hole rake û helwesta PDK’ê ya li hember dagirkirina Şengalê ya ji hêla DAÎŞ’ê ve û herwiha astengkirina kombûna Kongreya Neteweyî jî qet nakin!..

Mafê tu siyasetmedarekî Kurd tuneye ku gerîlayan wek hêzeke biyanî binav bike! Divê rayedarên PDK’ê û yên ku bi nave Herêma Kurdistanê mesajan didin, bizanibin ku Tevgera Azadiyê ya Kurdî ne dijminê wan û tu tevgerên din ên Kurdî yên ji bo berjewendiyên xelkê û parastina welat têdikoşin e. Rayedarên PDKî li şûna ku van gotinan bikin û van daxuyaniyan bidin; gereke him ji raya giştî ya Kurdî him jî ya cîhanî re ji bo yekîtiya Kurdan mesajan bidin. Kar û xebata parastina destketiyên neteweyî bikin. Mînak; di serî de dikanin ji bo kombûna Kongreya Neteweyî destê xwe leztir bigirin, dikanin ji bo parastina neteweyî hevkariya pêşmerge û gerîlayan xebatakê pêş bixin û bona vê yekê bang li tevahiya rêxistinên Kurdistanî bikin ku piştgiriyê bidin xebatên yekîtiya neteweyî...

Eger wer bikin; wê çaxê destê Kurdan wê hê bihêztir û parastina Kurdistaniyan wê hê hesantir bibe, siyaset û dîplomasiya Kurdan wê pêş bikeve, însanên me zêde naêşin û jiyana Kudan wê aramtir bibe…

Gerîla ne tenê parêzvanê parçeyekî axa welat e. Gerîla parastina Kurdistaniyan giştan û axa Kurdistanê dike. Ji ber vê yekê jî li seranserê axa welat, li her deşt û çiyayên welêt parastina xelkê, nirxên kurdewarî û yên mirovahiyê dikin. Gerîla bakurî, başûrî, rojhilatî û rojavayî ye û li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava ye…

Niha li Başûr ji bo hilbijartina serokatiya herêmê aloziyeke siyasî li dar e. PDK’ê naxwaze serokatiya herêmê bide partiyekî din. Li gel vê yekê, hêza wê jî têrê nake ku bi sere xwe vê yekê pêk bîne. Lê ev rewş PDK’ê mafdar nake ku gerîla bike mijara siyaseteke ne etîk. Gerîla hêzeke netewî ye û biryara mayin û çûyîna wan a ji Başûr, tenê xelkê Kurdistanê dikane bide; siyasetmedarên ku vê yekê dixwazin divê di serî de xelkê îkna bikin!..