ENES YILDIZ / ANF/BEHDÎNAN
Gerîlayên HPG’ê têkildarî salvegera 41’ê ya damezrandina PKK’ê axivîn. Gerîlayan got, ‘’ Gerîlayên HPG’ê bi berxwedana xwe li ser şopa dîrok û nirxên serhildanên Kurdistanê ye.’’
Gerîlayê HPG’ê Sîpan Welat, li ser berxwedana li dijî dagirkeriya artêşa Tirk peyivî û got; ‘‘Em li ser tektîk û pêngavên nû hûr dibin. Dewleta Tirk di nav salê de şerekî taybet kir. Li qadên Xakurk û Heftenînê xwest derban li gerîla bide lê ev pêknehat. Em ê ji bo salvegera partiya me hê bêhtir tekoşîna gerila geş bikin.
Gerîla wê bi erka xwe rabe
Gerîlayê HPG’ê Sîpan Welat salvegera 41’ê ya damezirandina PKK’ê li gerîlayan hemûyan piroz kir û got, ‘Li Kurdistanê ji bilî berxwedanê ti rê nîne. Bi rojan û bi salan e li ser gelê me qirkirin heye, zext hene, qirkirina çandî heye. Artêşa Tirk çi tiştê bi navê gerîla, bi navê PKK’ê, bi navê Kurd dixwaze ji holê rake. Heke berxwedana gerîla nebe, parastin jî namîne.’’
Gerîlayê HPG’ê Birûsk Munzur jî di nav axaftinên xwe de bal kişand ser pergala Imraliyê û armanca gerîla wisa anî ziman; ‘‘Gerîla di sala nû de wê bi plan û projeyên xwe berxwedana xwe bidomîne. Yek armanca sereke ya gerîla heye wê li hember tecrîd û pergala Imraliyê berxwedanê geş û gur bike.’’
Gerilayê HPG’ê Birusk Munzur got, her gerîla li hember dîrokê berpirsyar e û wiha dawi li axaftinên xwe anî.‘‘Civaka me, gelê me, xwedîyê nirxên pîroz in. Dîrokeke xwe yê du dirêj ya berxwedanîyê heye. Gerîlayên HPG’ê bi berxwedana xwe li ser şopa dîrok û nirxên serhildanên Kurdistanê ye. Wê gerîla ji bo parastina axa Kurdistanê, ji bo dîroka Kurdistanê xwe berpirsyar bibîne.’’