
HPG’ê, têkildarî çalakiyên xurt ên gerîlayan di Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Nalîn Mûş de li Colemêrgê li dijî eskerên artêşa Tirk, agahî dan. HPG'ê got, gerîlayan li Kargeha Rê ya Bendava Ilisûyê xistiye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ku têkildarî çalakiyên gerîlan ên li navçeyên Çelê, Gever, Şemzînan ên Colemêrgê û Şirnexê agahiyên berfireh parve kir. HPG’ê nasnameya gerîlayekî jiyana xwe ji dest dayî jî eşkere kir.
Li Colemêrgê pêngava şoreşgerî
Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de gerîlayan li navçeyên Colemêrgê Şemzînan, Gever û Çelê li dijî artêşa tirk a dagirker çalakî li dar xistin.
HPG´ê das zanîn ku di çalakiya 30’ê Tebaxê de li Girê Şikêrê Spî yê ser bi Şemzînanê eskerên Tirk agir bi zeviyên gundiyan xistiye û gerîlayan jî saet 09.30’an ev esker kirina armanca çalakiya xwe. Di vê çalakiyê de hejmara eskerên kuştî û birîndarkirî nehatiye tespîtkirin.
HPG´ê da zanîn ku şervanên Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Jinan (TŞYJ) 26´ê Tebaxê danê sibehî li ser rêya Seraroyê yekîneyeke operasyona eskerî ya li deverên Şapatan û Seraroyê yên ser bi Şemzînanê kirine hedef û herî kêm eskerek kuştine Bi qasî ku hatiye zelalkirin leşkerek li vê derê hatiye kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tir a dagirker agir bi bax û baxçeyên xelkê deverê xist.
Gerîlyan 30’ê Tebaxê nava rojê li Girê Bayê ya Geverê jî bi çalakiyekê konekî eskeran îmha kir û herî kêm eskerekî artêşa Tirk kuşt.
Doh jî gerîlayan berê sibehê li nêzî Girê Koordîneyê yê li Çelê, kozikên eskerên Tirk ên li Girê Şehîd Bager, xist, lê belê HPG´ê hejmarên kuştiyên eskaran nekarî zelal bike.
TŞYG’ê lê da
HPG´ê da zanîn ku Hêzên TŞYG´ê jî di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de, 29’ê Tebaxê berêvarê li Deriyê Meydanê ya girêdayî herêma Besta a Şirnexê bi çalakiyekê li eskerên dagirker ên Tirk xist û herî kên eskerek kuşt û yek jî birîndar kir.
Hûn hema li gorî dilê xwe nikarin avê bidin ser Heskîfê
HPG´ê wekî din da zanîn ku 29’ê Tebaxê bi şev gerîlayan 11 mekîneyên kar ên kargeheke taybet a ji bo hêzên dagiker li ser rêya Bendava Ilisû ya devera Mişarê ya girêdayî Herêma Gabar a Şirnexê dixebitîn şewitandine. Çawa tê zanîn ku dewleta Tirk ev demeke dest bi rûxandina Heskîfê kiriye û heger dest bi gewimandina avê li bendava Ilisu bike, av wê bide ser Heskîfa dîrokî.
HPG´ê wekî din da zanîn ku di çalakiya 16´ê Tebaxê ya li dijî girê Deriyê Beroj de, gerîlayê bi navê Masîro şehîd bûye û nasnameya wî wiha eşkere kir: Masîro Gîvera (Helmet Muhammed), li bajarê Başûrê Kurdistanê Pênciwênê ji dayik bûye.
ANF / BEHDÎNAN