Yek ji fermandara YJA Starê ya Botanê Peyman Amed ji ANF´ê re peyivî û derbarê operasyona Herekolê de got, “gerîlayên YJA Starê û HPG’ê bi çalakiyên dijwar derb li dijmin dan. Çalakiyên me ji bo antîpropagandaya dijmin bersiv bûn.”
Yek ji fermandarên YJA Starê yên Botanê, Peyman Amed operasyona li herêma Herekolê hatiye destpêkirin nirxand, di nirxandinên xwe de rol û mîsyona gerîlayên YJA Starê jî anî zimên û got; “Di vê pêvajoyê de hêzên YJA Starê hem tevlîbûnên xwe yên çalakiyên giştî aktîf kirin, hem jî di asta pêşengiyê de bi rola xwe rabûn.”
Di dewamê de Peyman Amed wiha dewam kir: “Weke gerîlayên Herekolê û weke gerîlaya YJA Star û HPG’ê bêguman me soz dabû ku li ser şopa şehîdan bimeşin. Ji vir şûn ve jî li ser vê şopê em ê bimeşin. Li ser şopa şehîdên me yên destpêkê û heta dawî em ê bimeşin, çalakiyên ku îsal me kirin, hemû li ser bibîranîn û tolhildana Şehîd Delal Amed û şehîdên Besta bû. Ji bo tolhildana van şehîdan, çalakiyên me wê dewam jî bikin. Em di wê îddîayê de ne ku hemû lîstikên dijmin û êrişên dijmin ên derveyî mirovahiyê yên ku li ser gelê me û tevgera me dide meşandin, em ê pûç bikin û em bîrewerî vê ne. Em parêzvanên van nirxan in. Em hem parêzvanên wan in, hem jî erkdarên ku em vê şoreşê bi ser bixin. Em vê jî dizanin, erka herî mezin dikeve ser milên gerîla. Hay me ji vê heye. Têkoşîna me ne tenê di warê eskerî de, bêguman erka me ya sereke ye, lê belê di her warî de weke gerîlayên Kurdistanê li ser ruhê van şehîdên fedaî wê xwe mezin bike.”
ANF / ŞIRNEX