
Li banliyoya Parîsê Drancyê, yek ji gerîlayên HPG’ê Serdem (Bîlal Saridaş) hate bibîranîn.
Gerîla Serdem 27’ê Mijdarê li Dersimê tevî 3 hevrêyên xwe şehîd bûbû, li Mala Pazarcix Elbîstan a li banliyoya Drancy a paytexta Fransayê Parîsê, hate bibîranîn.
Gelek kes tevlî merasîma bîranînê bûn. Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan Celîl Akdogan li vir axivî û got, herêma Mereşê yek ji navendên destpêkê yê rêxistinbûna PKK’ê ye û got, “Yek ji şehîdên destpêkê yên jin ê tevgerê, Besey Anûş e. Têkoşîna wê îro ji aliyê Serdeman ve tê meşandin.”
Zeynel Eren jî ku kurê wî di têkoşîna azadiyê ya Kurd de şehîd bû, qala mîrateya dîrokî ya Mereşê kir.
Li ser navê TJK-F´yê jî Jiyan Ege peyivî û got, “Di hiş û mejiyê civaka Mereşê de êşên gelekî mezin û berxwedanên gelekî mezin hene. Hevalê Serdem ku 12’ê Îlona 1980’yî ji dayik bû, tevî ku di roja darbeyê de ji dayik bû, xwe ji wê cihanê nedît. Karaktera berxwedanê ya civakê hilbijart û di 27’ê Mijdarê de bû hevrêyê stêrkan.”
ANF / PARÎS