Hat diyarkirin ku gerîlayan li Çelê helîkoptera bi tîpa Skorsky xistin û helîkopterek din jî darbe xwariye. HPG’ê îdiaya ku dibêje 50 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan derew derxist. HPG’ê çalakiya li dijî lûleya petrolê ya Bazîdê jî girt ser xwe.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakî, şer û pevçûnên li herêmên di bin kontrola gerîlayan de agahî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gerîlayan di çarçoveya serweriya li ser navçeyên Şemzînan, Gever û Çelê de hin rêzeçalakî li dar xistine.
HPG’ê der barê açalakiyên gerîlayan de ev agahî da: “Di 19’ê Cotmehê de gerîlayên me li Kepê Mirîşka ya navçeya Çelê li dijî helîkoptera tîpa Skorsky a artêşa dagirker a Tirk çalakiyek li dar xistine. Di çalakiyê de gerîlayan derbeyek giran li helîkopteran xistine, gava ku xwest li herêma Bilêcanê deyne, agir vê ketiye û ketiye xwarê. 16 leşkerên di helîkoptera Skorsky de mirine.

Gerîla li helîkopterê xist

HPG’ê di daxuyaniyê de weha got: “Di 20’ê cotmehê de gerîlayên me li helîkoptera Kobra artêşa dagirker a Tirk ya ku dixwest êrîşê herêma Garê ya Çelê bike, xistine. Helîkotpera kobra ku derbeyek giran xwariye, neçar maye ku bi awayeke lezgîn li Çelê deyne. Di 20’ê cotmehê de, gerîlayên me li herêma Kepê Mirîşkan li dijî leşkerên artêşa dagirker a Tirk çalakiyek li dar xistine. Di çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatiye zelalkirin. Di heman rojê de ji aliyê gerîlayên me ve li dijî Alaya Bilêcanê ya girêdayî navçeya Çelê çalakiyek hatiye lidarxistin. Gerîlayên me bi awayeke bi bandor li hedefan xistiye, hejmara kuştî û birîndaran ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Operasyona ku artêşa dagirker a Tirk ji 19’ê cotmehê ve li derdora Alaya Bilêcanê daye destpêkirin berdewam dike.

´Li Çelê tu windahî tune ne´

HPG’ê di daxuyaniyê de wiha ragihand: “Çapemeniya şerê taybet a der barê pevçûnên di encama operasyona artêşa dagirker a Tirk di 14’ê cotmehê de li Geliyê Tiyarê yê navçeya Çelê da destpêkirin û di encamê de derbeyên giran xwar, de agahiyên spekulatîf belav dike. Agahiyên ku dibêjin di vê hefteya dawiyê de, di pevçûnên li vê herêmê de 50 gerîlayên me jiyana xwe ji dest dane, ji derewê jî wêdetir in. Ji bilî hevalên me yên ku me nasnameya wan bi raya giştî re parve kir, tu windahiyên me yên din çênebûne.

Li Oramarê çalakî

HPG’ê di daxuyaniyê de wiha got: “Di 20’ê cotmehê de li herêma Oremarê ya girêdayî navçeya Geverê, di navber gerîlayên me yên çûbûn wezîfeyê û leşkerên artêşa dagirker a Tirk de li Geliyê Xopînê pevçûnek demkurt qewimiye. Di pevçûnê de hejmara mirî û birîndaran nehatiye zelalkirin. Di 19’ê cotmehê de li herêma Oremarê ya Geverê, gerîlayên me li dijî yekînên Artêşa Tirk a ku ji bo bidestxistina girên Şehîd Rehîme û Şehîd Şiyar, ber bi pêş ve dihat, çalakiyek li dar xistine. Di çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehatiye zelalkirin.”

Li dijî lûleya gazê çalakî

Her wiha, HPG’ê, çalakiya şevê din li dijî lûleya petrolê ya di navbera Îran û Tirkiyeyê de pêk hat jî girt ser xwe û wiha got: “Di 20’ê cotmehê, saet di 16.30 de li nêzî gundê Zorava yê navçeya Bazîda Agiriyê ji aliyê gerîlayên me ve li dijî lûlleya petrolê ya di navbera Îran û Tirkiyeyê de çalakiyek hatiye lidarxistin. Di çalakiyê de xeta lûleya petrolê ziyanek mezin dîtiye.” 

ANF/BEHDÎNAN