GELAWÊJ EWRÎN ANF/BIRADOST Fermandarê HPG’ê yê eyaleta Xakurkê Bager Erdal got, ew wek gerîla ji her demê bêhtir amade ne ku gelê Başûrê Kurdistanê bi taybetî yê herêma Biradost biparêzin. Her wiha Erdal diyar kir ku şarezatiya gerîla, teknîka herî pêşketî ya artêşa Tirk tevizand. Yek ji fermandarên HPG’ê yê eyaleta Xakurkê Bager Erdal li ser rewşa dawî ya şer, Pêngava Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz û çalakiyên gerîla yên li herêma Biradostê peyivî. Destûr ji dewleta Tirk re hatiye dayîn Bager Erdal diyar kir ku dewleta Tirk ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê bi taybetî herêma Birdostê êrîş dike û got, “Di encama hinek lihevkirinan de destûr ji dewleta Tirk re hatiye dayîn ku xaka Başûr dagir bike. Rêveberiya Herêma Kurdistanê jî ji vê agahdar e. Eger destûr nehatibe dayîn û hevdîtin çênebin, ev dagirkerî ne pêkan e. Wer dibêjin ku dixwazin PKK’ê ji holê rabikin. Lê belê PKK bahane ye û dixwazin tevahiya Kurdistanê dagir bikin. Heta dixwazin ji sînorê Mîsaqê Millî jî wêdetir biçin û gelek cihan dagir bikin. Hesabên gelekî qirêj di dewreyê de ne. Divê ev yek baş were tehlîlkirin û zanîn.” Keda wî ji bo herêma Biradost gelekî zêde bû Fermandar Bager Erdal bal kişande ser pêngava ku gerîla li herêma Biradost daye destpêkirin û wiha axivî: “Dema herî destpêkê li Geliyê Reş êrîşa dagirkeriyê dest pê kir, di bin fermandariya hevrê Agirî Mazlûm Pîrdogan (Malazgîrt) de berxwedaneke hêja li dijî vê dagirkeriyê çêbû. Hevrê Agirî di oxira parastina vê xakê de li beramber her cure dagirkeriyê canê xwe feda kir. Keda wî ji bo herêma Biradost gelekî zêde bû. Me pêngavek ji bo em dagirkeriyê bi temamî li ser xaka Başûrê Kurdistanê bişkînin dan destpêkirin. Pêngava bi navê Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz, roja 27’ê Nîsanê dest pê kir.” Em ê nehêlin ew wisa bi rehetî li ser xaka Başûr bimînin Di dewama axaftina xwe de Bager Erdal da zanîn ku ji bo baregeheke tenê jî li ser xaka Başûrê Kurdistanê nemîne, wan ev pêngav dane destpêkirin û wiha pêde çû: “Di her firsend û şert û mercan de, li gel hemû zehmetî û astengiyan jî em ê li ber xwe bidin. Em ê nehêlin ew wisa bi rehetî li ser xaka Başûr bimînin. Bêguman ev pêngav tenê bi çalakiya roja 27’ê Nîsanê ya li dijî girê Lêlikan ve bi sînor nîne û wê her tim dewam bike. Her kêliyê em ê di nava çalakiyan de bin û em ê berdewam bin.” Em ê her tim hizûr û aramiya wan xera bikin Fermandarê Eyaleta Xakurkê destnîşan kir ku ew ê bi şêwazên cur be cur çalakiyên xwe dewam bikin û wiha pê de çû:”Ji vir û şûn ve wê bi ruhê Agiriyan çalakî bidomin. Em ê ti caran hebûna dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê rewa nebînin. Em ê her tim hizûr û aramiya wan xera bikin. Nehêlin ku deqeyekê tenê jî rehet bimînin. Em rehetiyê nadin dijmin. Asta moral û motîvasyona gerîlayên me di van çalakiyan de li gor vê yekê ye.” Fermandarê girê Lêlikanê piştî çalakiyê ji erk hate dûrxistin Bager Erdal her wiha got ku gelek kuştiyên artêşa Tirk bi taybetî li girê Lêlikan û Kevortê hene û ev agahî dan: “Li girê Lêlikan û Kevortê gelek kuştiyên dijmin hene ku vedişêrin. Gelekî bi zehmetî hêzên xwe tînin gir. Her wiha nikarin pir zêde şûna yên hatine kuştin jî tije bikin. Piştî van çalakiyên dawî dijmin pir bi dijwarî herêmê bombebaran dike. Encam jî nagire lê dîsa êrîş dike. Ev rewş nîşan dide ku dijmin gelekî tengav bûye. Li gel ku ewçend teknîkek pêşketî bi kar tîne, lê dîsa jî pisporbûna gerîla ev teknîk tevizand. Ji xwe leşkerên tên li wan giran bi cih dibin, hemû pişta xwe didin teknîkê. Lê dema gerîla teknîkê ditevizîne, êdî nikarin gavekî jî pêşde werin. Ji ber vê jî hêzên xwe zû bi zû diguherînin. Fermandarê girê Lêlîkanê piştî çalakiyê ji erk hate dûrxistin.”