Ji ber vê egerê jî mirov bi hêsanî dikane bibêje ku pêvajoyên aşitiyê û demên aramiya di nava gel û neteweyan de rasterast rê ji pelvedan û geşandina wêjeya gel û netewî re jî vedike. Ew gişt konsentrasyona li ser şer, li gel hewldanên çareseriyê, dê berê xwe bide wêjeya wê tekoşîna salan, wê tekoşînê bigihîjîne teşe û giyanê.
Dema em li dîroka xwe dinêrin; bi hêsanî dibînin ku hozan, edîp û wêjewanên me yên klasîk yê rewşa civaka me ya wan deman di berhemê xwe yen giranbiha de gihandine roja me, em di cihanê de ji wêjeya klasîk bêparnexîştine û em bi wan serbilind in jî, bi tevahî di wan demên aramiya mîrîtiyan de ev derfet bi destxistine. Baba Rah, Baba Tahîrî Uryan, Eliyê Herêrî, Meleyê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî û hemû edîbên me yên din bi giştî di pêvajoyên wiha bi aram û aşitî ya di nava mîrîtiyan de berhem afirandine.
Wê hin gerîlayên xwedanê heredariya nivisandinê, qelem şûr, giyan romantîk ên ku bi salan di nava xweşî û dijwariya xwezaya welêt de jiyane, ew dîmen di bîrên xwe de neqişandine, tengasî û êşîn pirr giran kişandine, di hemêza xwe de rêhevalên xwe şehîd dane, dê bikanin ji her kesî çêtir û xwirtir wan bîranînên xwe di helbest, nûrok, çîrok, roman û şanoyê de bigihînin teşe û rastiyê.
Wê ew ê dîroka dergûşa mirovahiyê ya di wan şikeft û kortikên çiyan de bi nexş û şopên mirovahiyê xemilî veşartî, lê dagirkeran û şerê li welêt ta niha dest nedaye ku pispor xwe bigihînin wan, dê ew ê wekî lêkolîn û danasînan bigihînin bala cihanê. Wê dîroknas û pleantropolog berê xwe bidin wan û wan derxin rastiya berçavî. Dê hê wê demê Kurdistana derguşa mirovahiyê bigihîje nirxê xwe yê dîrokî.
Dema miro wê mîtolojiya stirana „Hewlêr“ ya ku Hozanê nemir Serhed afirandî, têne bîne bîra xwe, bi hêsanî dikane bibêje ku bêguman wê ew ê di warê wêjeya mûzîkê de jî gelek gavên mezin werin avêtin, wê kom û stranbêjên herî serkeftî jî ji nava refên gerîlayên hêviya gel derkevin.
Wê hin ji gerîlayên di giyana gele me de cihê xwe yê pîroz girtî jî, dest bavêjin melik, firçe û boyaxan, tabloyên herî xweşik biafirînin. Ango wê gerîlayên hêviya gel û xwedanê afirandina vê roja me şerê xwe di vî warî de jî gurr bike.
Wê niviskar, helbestwan û şanoger jî li hember vê pêla nû û ciwan ji bo ku di nava rekabetê de wenda nebin û nekevin nava pelên qirêj, dê ew ê hineke din bi kûrahiya giyanî dakevin nava sosyolojî û derûniya gel û ya serûbinbûnên civakî, yên van çilsalên dawiyê, wan diyardeyên xwerû bi vejîneke nû û pêvajoyeke dîroka me ya bi êş, lê serfiraz û xwenasîner di berhemên xwe de ragîhînin bala gelê me û hemî cihanê.
Dema di nava gelekî de berhem zêde bûn, mirov bixwaze, nexwaze jî, wê bi giştî rûberandin û rekabeteke erênî di cihana wêjeya Kurdistaniyan de pejn vede. Ev jî hem ji rexnegirî û hem jî ji derketina berhemên bi nirx ên ku bikanin bi wêjeya cihanê re têkeve rikberîyê wê di nava wêjeya me de wekî kulîlkên biharê bibişkivin.
Wê di vê rekabetê de ew kom û komikên niviskaran yên li dor hin weşanxaneyan wek komên berjewendî ji bo hev pesinandin û reklamên hevdukirinê li hev civyane, wê yekdestiya xwe wenda bikin, wê êdî hin kes nekanibin hin pêşveçûnan (wek hin kesên reşenbiriya li dor kovara Rewşenê bi kesayetiyên xwe ve girê didin) bi xwe ve girêdin, lê keda kesên din nebînin.
Belê wêjeya me li benda vê geşandina bi destên gerîlayên bi beden, giyan û vînên xwe ve ev çil sal e, ku bi awayê serê derziyê niqir bi niqir rêya diçe azadi û geşandina jiyan û wêjeyeke nû kolane û ev rê vekirine. Wê wêjeya bi zimanê Kurdî jî bi berhemên wan bigihîje wê pêvajoya serfiraziyê. Divê gelê me ji niha ve xwe ji bo vê pêla wêjeyê amdebike.
Gerîla, wêje û aşitî
Hima bigire li hemû welatên cihanê li pey şerên rizgariya netewî, yan jî li pey azadî û serweriya xwe bi destxistina gelan, li welêt li gel avakirina bingehê jiyanê û aboriyê, di warê wêjeyê de jî geşedanên bi dîmenziyonên mezin pêşketine. Ev dê li welatê me jî wisa bibe. Wê teknîka nû wek înternet yan jî sîberî jî ji vê geşedanê re bibe alîkar.