
HPG’ê ragihand ku stasyona bazê, gelek konteynir û cîhazên radarê yên artêşa Tirk ên li Agiriyê hatine rûxandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî li ser çalakiyên gerîla û bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk agahî dan.
HPG´ê da zanîn ku di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Şehîd Mahîr, Şehîd Eylem û Şehîd Argeş de, gerîlayan êvara 3’ê Kanûnê, li gundê Turkmen ê li navçeya Bazîd a ser bi Agiriyê, stasyoneke bazê, gelek konteynir û cîhazên radarê yên hêzên artêşa dewleta Tirk îmha kirin.
2’ê Kanûnê, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bomberdûman li Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin. Li gorî agahiyê, êvarê deverên Tabûra Ereba, girê Şehîd Dîren û Tepê Sor ên li herêma Avaşînê, derdora gundê Guzê yê li herêma Garêdanê û sibehî jî Çemço û Kunişka yên li herêma Zapê bi balefiran hatine bombekirin.
ANF / BEHDÎNAN
YPS’ê li Cizîrê derb li polîsan xist

Navenda Ragihandinê ya YPS’ê diyar kir ku yekîneyeke wan li Cizîrê li Taxa Nûrê çalakî li dar xistiye û li vê derê du polîs hatine birîndarkirin. Navenda Ragihandinê ya YPS’ê têkildarî çalakiyê got, çalakî 1’ê Kanûnê êvarê pêk hatiye û ev agahî dan: “Yekîneyeke me ya YPS’ê li taxa Nûr a navçeya Cizîrê ya Şirnexê li dijî wesayîta zirxî ya polîsan a ku dewriye digeriya, çalakiyek li dar xist. Yekîneya me ya YPS’ê dema ku polîs ji wesayîtê derdiketin, bi bombeyên destan derb li polîsan xist. Di encama çalakiyê de yek jê giran 2 polîs birîndar bûn. Ev çalakî ji aliyê yekîneya YPS’ê ya bi navê Şehîd Çekdar ve hatiye kirin û endamên me bi silametî vegeriyane cihên xwe.”
ANF / NAVENDA NÛÇEYAN