WARAN HEWREMAN / ANF / ŞAHO
Hevseroka KODAR’ê Zîlan Tanya ku navê yek ji fermandarên pêşeng ên PKK’ê Zîlan li xwe kiriye got, “Malbatên ku doh navê Zîlan li zarokên xwe kirin, divê zanibin ku bi helwêsteke bi Zîlanî dikarin bi ser kevin.”
Hevseroka KODAR’ê Zîlan Tanya ev 19 sal in di nava refên gerîla de ye. Ew jina yekê ye ku ji Hewremanê tevlî nava refên gerîla bûye. Zîlan Tanya dibêje, “Hîn jî bi kelecana roja destpêkê me.”
Zîlan Tanya got, her ku Hewremaniyan di çand û nasnameya xwe de israr kir, dijmin jî li dijî wan polîtîkayên qirrkirina çandî û fîzîkî meşandine. Di encamê de jî gelek kes ji warên xwe bûne, malbata wê jî ji neçarî koçberî Sine bûye.
Ocalan berisva pirsên wê bû
Tanya diyar dike ku zextên dewletê ji bo wê bû nakokiyên mezin: “Pêkanînên dewletê yên li Sine jî bi heman rengî bû. Wê demê 14 salî bûm. Lê belê nakokiyên min mezin dibûn ku timî di nava lêgerînê de bûm, min hewl dida bersivê bibîne. Ji bo qutbûna ji sîstemê hewldanên min zêde dibûn. Di wê demê de yanî sala 1999’an li dijî Rêbertiyê komploya navneteweyî hate kirin. Li Rojhilatê Kurdistanê jî li dijî vê rewşê gel rabû ser piyan. Tundiya dewletê ya li dijî vê zêde bû. Mirov hatin kuştin. Vê yekê bandoreke mezin li min kir. Min heta wê demê felsefeya Rêber Apo nas nedikir. Bi vê yekê re pirsên min zêde bûn. Pirsên; ‘Rêbertî kî ye, çima komplo lê hate kirin, gel çima ewqasî bi hêrs e?’ Bersivên van pirsan ez gihandim gerîla. Feslefeya Rêbertî û gerîla bersiv da pirsên min û lêgerînên min.”
‘Zîlan ji bo min eşq bû’
Zîlan Tanya dibêje, “Min mîsyona ku Rêbertî pêşkêşî jinê dike dît. Çalakiya Şehîd Zîlan ji bo min bû eşqeke mezin. Vê bandor li min kir ku navê xwe bikim Zîlan. Ji ber ku Zîlan lehengeke mezin bû. Lehengeke jin a mezin a gelê me bû.”
Tanya diyar kir li Rojhilatê Kurdistanê bi sedan Zîlan hene û got, “Zîlan ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê bû nasname, bû têkoşînek. Malbatên ku navê ‘Zîlan’ li zarokên xwe kirin, divê zanibin ku serketina li dijî rejîmê bi helwêsteke bi rengê Zîlan pêkan e.”