Ji rûyê gerîlayan serketin diyar bû
Tevî hewaya sar me taştê xwar û em bi gerîla Çiya re ber bi gundê Barê ku operasyon lê pêk hatiye ketin rê. Rêya me dirêj bû. Gundê Xanesor ku çeteyan girtibû li hemberî wê gundê Barê hebû û em di rê de hinekî pêş de çûn. Piştî demeke dirêj em gihiştin gundê Cefriye. Gerîlayan li ser rê em pêşwazî kirin û  ji rûyê wan serketin diyar bû.  Çiya got ‘Rojbaş çi heye’ û gerîlayan got ku wan li gundê Barê operasyoneke mezin pêk anîye.
Li nêzî gund qadeke heşîn hebû. Qadeke wisa şîn li Şengalê em matmayî hiştin. Dema em ketin gund çemek hebû. Gundê Barê mîna ji Şengalê cudatir bû. Ji ber ku evqas şîn bû û çem hebûn, mirov digot qet ev ne aîdî şengalê ye.

Di nava 5 deqîqeyan de çete reviyan

Gerîlayên li gund ji Bahoz Amed re weha dipeyivin: “Me saet di 04.00’an de 2 êrîş û li gundê Barê û girên derdora wê operasyonek pêk anî. Komeke me gir girt û koma din jî girê din. Komeke din jî gund hedef girt. Me hemûyan cihê xwe di dema xwe de girt. Bi destpêkirina çalakiyê re hevalên me di 5 deqeyan de girê rastê yê Gund îmha kir, çeteyan jî sîlehên xwe hiştin û reviyan. Koma me ya ket gund, li çeteyên ku di xaniyan de bûn xist. Îcar ji wan yek du kesan bi BKC’ê êrîşî hevalên me  kir. Lê hevalên me lêdan û ew bê bandor kirin. Çete birîndar bûn û reviyan. Piştre jî li aliyê çepê şer dijwar bû. Hevalên me li girê Gund xistin. Çeteyan gir berda û ber bi gundê Xanesorê ve ketin rê. Piştre jî her du girên din û gund ket destê hevalên me. Hevalên me gelek sîleh û cebilxane bidest xistin.”

Me zinar ji xwe re kirin mertal

Gerîla Birîndar Mûş jî da zanîn ku ew ber bi gir ve ketin rê û got: “Me bi ekîbeke 4 kesî  êrîş pêk anî. Em du kom ketin wî girî. Sê çeteyan nobet digirt. Du çeteyên din li mewziya xwe nobet digirtin. Çeteyê duyemîn di bin doçkayê de mewziya BKC’ê de nobet digirt. Çeteyê din jî li devê meqereyê bi telefonê diaxivî. Dema dengê wan hat me, me meqere bi bombeyan hedef girt. Dema me bombe avêtê yên birîndar çekên xwe danîn û reviyan. Miriyê wan jî ketin destê me. Koma duyemîn jî li mewziya BKC’ê xist. Bi çend guleyan îmha bûn. Hevalên me BKC girtin dest. Me piştre jî berê xwe da mewziya doçka ya dawî.  Piştre wan berê xwe da me. Me zinar ji xwe re kirin mertal. Çete birîndar bûn û reviyan. Piştre em bi ser mewziya doçkayê de çûn û me girt dest. Li ser doçkayê xwîna çeteyan hebû. Hevalekî me li pey çete bû. Çete BKC danîbû. Heval da pey û piştî demekê ew jî xist erdê.”

Sîleh û cebilxaneya bidestketî

Di operasyon û çalakiyan de li Barê bi giştî herî kêm 30 çete hatibûn kuştin. Ji bilî wê, wesayîtek zirxpûş a  tîpa akrep, çekek doçka ya 12,5 û 4 qutî guleyên wê, 2 çekên BKC qederê 5000 guleyên BKC´yê,  2 zincîrên wê, namluyeke wê, 3  kaleşnîkof; 105 şarjor û qederê hezar guleyên kaleşnêkofê, Roketavêjek B-7 û 5 roketên wê, çekeke BKT, dermanceyek û şarjorên wê, amûreke biçûk, 2 rext, 3 dûrbîn, 12 êlekên ji pola û gelek amûrên eskerî hatibûn desteserkirin.


BAHOZ AMED/ÇIYAYÊ ŞENGALÊ /ANF