Bîranîn doh danê sibehê bi merasîma leşkerî destpê kir. Di bîranînê de, ji berxwedêrên 14'ê Tîrmehê kesê tekane yê dijî endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, ji fermandarên YJA Starê Nuve Rojhat, Baharîn Dêrsim, ji fermandarên HPG'ê Dilxwaz gabar, ji rêveberên KCK'ê Sosin Alan û Rewşen Mêrdîn û zêdeyî 100 gerîla amade bûn.
Karasû di merasîmê de li ser Berxwedana 14'ê Tîrmehê axivî û destnîşan kir ku hêza nûbûn û berxwedanê ya tevgera azadiyê, gerîla û gelê Kurd a li dijî her şêwe êrîşan, ji ruhê Berxwedana 14'ê Tîrmehê hatiye wergirtin. Karasû diyar kir ku berxwedana 14'ê Tîrmehê ruhê jiyana demokratîk û azad daye gelê Kurd .
Piştî merasîmê Karasû bi gerîlayan re, civînek lidar xist. Karasû di civînê de bîranînên xwe yên bi berxwedêrên din ên 14'ê Tîrmehê re li Zîndana Amedê jiya, ji gerîlayan re vegot û bersiva da pirsên gerîlayan. Merasîm û civîn bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin" bi dawî bû.
ANF/BEHDÎNAN