Navenda Ragihandin û Çapemniyê ya HPG’ê ragihand ku helîkoptera artêşa Tirk a li Licê gundî bombebaran kirin ji aliyê gerîlayan ve hatiye derbkirin. 

Navanda Ragehandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildaîr çalakiyên li Colemêrgl agahî dan. HPG’ê diyar kir ku herî kêm 9 eskerên Tirk hatine kuştin.

HPG’ê, nûçeyên şerê taybet ên ku dibêjin li Agirî û Şirnexê gerîla şehîd bûne jî derewandin.

HPG’ê nasnameya gerîlayê li Licê jiyana xwe ji dest dayî jî eşkere kir.

HPG´ê da zanîn ku nûçeyên çapemeniya dewleta Tirk ên bi îdîaya şehadeta 2 gerîlayan li Şirnex 2, û 5 gerîlayan li  Agiriyê derew in û got, “Di bomberdûmanê de ti hevrêyên me şehîd nebûne.”


Li Colemêrgê pêngava şoreşgerî TC qerisand

HPG´ê got, di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de gerîlayan 6’ê Îlonê li Şemzînan, Gever û Çelê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine û wiha dewam kir: “Hêzên me 6’ê Îlonê saet 17.00’an li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Şehîd Colemêrg ê Çelê çalakiyeke berfireh li dar xist. Di vê çalakiyê de hêzên me li 7 kozikên dijmin dan, kozika çeka giran a A4’ê jî tê de 4 kozik ji binî ve îmha kirin û derb li 3 kozikên din dan. Bi qasî ku hatiye zelalkirin 8 leşkerên dijmin hatin kuştin û gelek leşkerên dijmin jî birîndar bûn.”

HPG´ê da zanîn ku heman rojê, gerîlayan saet 15.30’an li dijî eskerên li Şikêrê Spî yê Şemzînanê çalakiyek li dar xistiye, lê hejmara eskerên kuştî nehatiye zelalkirin.

HPG´ê da zanîn ku gerîlayên YJA-Starê jî heman rojê saet di 20.30’an li dijî yekîneyeke dijmin a ku li qada Şapatanê ji Girê Sênalayê ber bi Kanî Botkê diçû çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de hejmara eskerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin.

Gerîlayan heman rojî li Girê Bayê yê Geverê bi çalakiyeke sûîkastê eskerekî Tirk kuşt.


Wê helîkopterê derb xwar

HPG´ê elaqedarî helîkoptera 3’yê Îlonê saet 20:00’an li gundê Mişrif ê ser bi Licê ya Amedê bombe kirî jî got, “Leşkeran li nava gund ketober gule reşandine, li ser gel zext û êşkence pêk anîne. Yekîneyek me ya nêzî herêmê mudaxeleyî leşkerên ku zilm li gel dikir, kir û yekîneyên operasyonê kir hedef. Di encama guleyên yekem de şer qewimî, di şerê li vir de têkildarî hejmara kuştî û birîndarên dijmin ti agahiyek zelal nehate bidestxistin. Her wiha dema ku helîkopteran leşker didanîn hevrêyên me helîkoptereke Skorsky kirin hedef û ew derb kirin. Hevrêyê me Dijwar yê li dijî zext û êşkenceyên leşkerên artêşa Tirk li ser gund bi ruhê fedayî kete nava leşkeran sîng bi sîng şer kir û gihişte şehadetê.

Artêşa Tirk kuştî û birîndarên xwe bi gelek helîkopterên Skorsky ji qadê dûr xistin. 4’ê Îlonê saet 13:00 ji qadê vekişiya.”

HPG´ê nasnemaye gerîlayê jiyana xwe ji dest dayî wiha eşkere kir: Dijwar Botan (Mehmet Barkin) ê li Şirnexê ji dayikbûyî. 


 ANF/BEHDÎNAN