3  HPG´ê da zanîn ku di çalakiyên van sê rojîn dawî de li Xakurkê û li Şemzînanê herî kêm 7 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HGP’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla yên li Xakurkê û Şemzînanê de herî kêm 7 esker hatine kuştin. HPG’ê çalakiya sabotajê ya li Pasûrê jî li xwe girt û got, di çalakiyê de 7 kontra hatine kuştin.

HPG´ê ji çalakiyan got, “Hêzên me yekîneyên artêşa TC’ê ya dagirker ku li devera Ermûş ya herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê xiste bin kontrola xwe. Hêzên me roja 20’ê Îlonê (doh) saet 06:20’an li geliyê Girê Şehîd Sarya bi taktîka sabotajê çalakî li dar xist. Di vê çalakiyê de fermandarê operasyonê jî di nav de bi giştî 3 leşker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

Girê Leylek bû gora 4 dagirkeran

Roja 18’ê Îlonê saet 06:40’an hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Leylek yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi cih bûbûn, çalakiyek kir. Bi xurtî li çeper û baregehên dijmin hate xistin lê hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin.

Heman rojê saet 13:20’an hêzên me cara duyemîn yekîneya dijmin a li Girê Leylek kir hedef. Bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin, gelek çeper hatin rûxandin û qasî hate tespîtkirin 4 leşker hatin kuştin. Di çalakiyê de çeka giran A-4 ya dagirkeran ji aliyê hêzên me ve hate rûxandin. Yekîneyên me yên ev çalakî kirine bi silametî gihiştin baregehên xwe.”

Li Pasûrê 7 kontra hatin kuştin

HPG´ê di daxuyaniyê de îşaret bi dewra kontrayên dewleta Tirk jî kir ku cih û deverên gerîla ji artêşa Tirk re dibêjin ji bo ku bên bombekirin û ji bo çalakiya li dijî kontrayên li Pasûrê jî ev agahî bi raya giştî re parve kirin: “Roja 12’ê Îlonê saet 20:00’an bi vê armancê li dijî kontrayên ku hatine deverên gerîla li herêma Beyrok li ser rêya Pasûr-Mûşê çalakiya sabotajê hate lidarxisitn. Di vê çalakiyê de 7 kontra hatine kuştin û 10 kontra jî birîndar bûn.”

HPG´ê hewldanên dewleta Tirk ên weke sivîl nîşandana van kesan bi bîr xist, û got “Yên li vir bûne hedef ne sivîl û cerdevanên normal in. Ev kes kontrayên taybet  inj i Mûş, Pasûr û Êlihê hatine û li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê dewleta Tirk wan dide karkirin. Hemû jî kontrayên li dijî gel û şoreşê ne ku dewleta Tirk wan bi kar tîne.”

 

ANF/BEHDÎNAN