Mecît Gumuş bi nexweşiya kanserê ketibû û li nexweşxaneyeke li Silêmaniyeyê dihat dermankirin, beriya jiyana xwe ji dest bide gotibû, “Eger şehîd bibim, ez dixwazim li çiyê şehîd bibim”. Cenazeyê Gumuş ji Silêmaniyeyê birin Herêmên Parastinê yên Medyayê û li vê derê bi merasîmeke leşkerî Gumuş hat veşartin.
Di merasîma leşkerî de endamên Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Alî Haydar Kaytan û Diyar Xerîb, endamên Koordînasyona KJK’ê Emîne Erciyes û Besê Erzîcan, endamên Meclîsa PKK’ê Rûbar Dîcle û Cemal Şerîk û malbata Mecît Gumuş amade bûn.
Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Alî Haydar Kaytan di merasîmê de axivî û got, “Em îro hevrêyekî xwe yê ku emrê xwe diyarî azadiya gelê Kurd kir, çil salên xwe di nava tevgera Apoyî de derbas kirin û bîst û sê salên emrê xwe li zîndanê derbas kirin, hevrêyê xwe Mahmûd, hevalê xwe Mecît Gumuş oxir dikin. Hevalê Mecît nexweş ketibû, baş dizanîbû ku ew di kêliyên dawî yên jiyana xwe de ye. Û xeber dabû hevalan. Dixwest nefesa xwe ya dawî li cem hevalan, bistîne û bi vî rengî hat vir. Hat çiyê. Hevalê Mahmûd careke din têkiliyên hevrêtiyê, têkiliyên cîhaneke nû tîne bîra me.”
Kaytan salên berxwedana Zindan Amedê û bihevrebûna Gumuş û Kemal Pîr bi bîr xistin û weha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê wî ti carî ji bîr nekin, em ê xewn û xeyalên wî pêk bînin, Kurdistana azad, Tirkiyeya demokratîk a ruhê şehîdên me şa bike, em ê ji bo wan, ava bikin. Lewma em ji hevalê Mahmûd û di şexsê wî de ji hemû hevrêyên xwe re dibêjin; xweş razên, hûn di dilê vê axê de ne û hûnê her tim di dilê vê axê de bimînin. Em ê dilsozê rastiya vê axê bin, em soza vê careke din didin.”
Piştî axaftina Alî Haydar Kaytan, cenazeyê Mecît Gumuş li ber dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” hat veşartin.
QENDÎL