Li Bakurê Kurdistanê hem li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk berxwedan li gelek waran dewam dike û hem jî gerîyayên HPG´ê çalakiyên xwe dewam dikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê derbarê rewşa şer de daxuyaniyek da û diyar kir ku operasyona artêşa Tirk a li herêma Kato ya Elkê dewam dike û li LIcê jî gelek eskerên artêşa Tirk hatine kuştin.
Operasyona li Kato
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de ev agahî hatin dayîn:
"1'ê Tîrmehê saet di 19:30´an de, artêşa TC li herêma Kato ya li navçeya Şirnexê Elkê dest bi operasyonê kir. Hêzên me yên gerîla, li nêzî gundê Govikê bi yekîneya operasyonê hesiyan û li hemberî vê yekîneya leşkerî çalakî pêk anîn. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin. Ev operasyon hat berfirehkirin û li bejahiya gundên Laleş, Mêrga Sotê, Kejan, Girê Kerko û Govikê tê meşandin. Operasyon hê dewam dike."
Li Licê gelek esker hatin kuştin
Di daxuyaniyê de li ser operasyona li Amedê de jî tê gotin, "Operasyona artêşa TC li navçeyên Amedê Licê, Hênê, Karaz, Hezro û Pasûrê bi berfirehî dewam dike. Balefirên şer ên artêşa TC bombeyan li gelek herêman dibarînin. Di 2'ê Tîrmehê de li herêmên Şehîd Kendal, Pêşî Kevir û Sisê di navbera artêşa TC û hêzên me de şerekî dijwar qewimî. Ji dijmin gelek kuştî û birîndar hene. Her wiha têkilî bi komek ji gerîlayên me re qut bûye."
Li Colemêrgê şer
HPG´ê da zanîn ku 2'ê Tîrmehê li herêma Dola Bermêşa ya li navbera navçeyên Colemêrgê Gever û Şemzînanê de, hêzên wan li hemberî yekîneyeke leşkeran a li cem maşînên zirxî, çalakiyeke sûîqestê pêk aniye û leşkerek kuştiye.
Di daxuyaniyê de wekî din hat gotin ku 1'ê Tîrmehê bi şev balafirên şer ên artêşa TC bombe li gundên Xeletê, Bê Xerê, mintiqeya Meyrokê û Ergenê yên li herêma Garê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve barandine û ev bombebaran bûye sedema şewatan.
Li Elkê çalakiya hem wext
Li aliyê din li navçeya Şirnexê Elkê pêr bi şev li dijî Miduriyeta Polîsan û Fermandariya Cerdermeyan çalakiya hem wext pêk hat.
Piştî çalakiyê şer qewimî û li gorî agahiyên bi dest ketî piştî çalakiyê Çiyayê Katoyê Biçûk û bejahiya derdora bajêr ji aliyê leşkeran ve hatiye bombebarankirin. Li gorî rayedarên Tirk di şer de efserekî wan hatiye kuştin. Derbarê çalakiyê de HPG´ê hîna daxuyanî nedaye.
Li navçeya Çewlikê Dara Hênê jî, di navbera eskerên doh bi şev li bejahiya gundê Botyanê û gerîlayan de şer qewimî, lê derbarê encamên şer de heta niha agahî nehatine bidestxistin.
TŞYG: Li Dersîmê 2 leşker hatin kuştin
Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) diyar kir ku di encama çalakiya wan a ji du baskan ve li hemberî girê qereqola Tûrnûva ya navçeya Dersîm Pulurê de 2 leşker hatine kuştin.
TŞYG´ê li ser mijarê bi daxuyaniyeke nivîskî got,"19'ê Tîrmehê saet di 19:15'an de, milîtanên me ji du baskan ve li girê qereqola Tûrnûva ya li navçeya Dersîmê Pulurê dan. Di vê çalakiya ji cihekî nêzîk de 2 leşker hatin kuştin. Ev çalakî li hemberî operasyona hêzên dagirker a li Amedê, hatiye lidarxistin."
NAVENDA NÛÇEYAN