Ji bo Yaman li avahiya BDP'ê ya Navçeyê mewlûd hat dayîn. Merasîma bîranînê li Salona Konferansê ya Fethî Yildirim a li avahiya BDP'ê ya navçeyê pêk hat û li gel Cîgirê Şaredarê Wêranşarê Mehmet Bûrûn, Hevserokê BDP'ê yê Navçeyê Servet Kiliç û Halîs Atkaş, Rêveberên BDP'ê yê Navçeyê, nivîskar Hadî Kûranlioglû, malbata Yaman û gelek kes amade bûn. Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Dûre ji bo Yaman û hevalên wî mewlûd hat dayîn. Dûre, li ser jiyana Îsmaîl Yaman, sînevîzyon hat nîşandan. Di merasîma bîranînê de li beşdaran şekir û loqum hatin belavkirin.
RIHA