Mûrat Karayilan: “Di stratejiya şerê gel ê şoreşgerî de gerîla bi tenê nîne. Aliyê vê têkoşînê yê gel heye. Divê mirov li gel û gerîla bi hev re bifikirin. Li Kurdistanê xet û modela gerîlayên sedsala 21’ê tê afirandin. Di vî warî de em zelal û bi biryar in.”
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan li ser stratejiya şerê gel ê şoreşgerî ji ajansa nûçeyan ANF’ê re axivî. Wî îşaret bi kêm û kurtiyên berê kir û got, xet û modela gerîlayê sedsala 21´ê li Kurdistanê tê afirandin. Wî di vê peywendê de bi girîngî îşaret bi lazimiya bi hev re bûna gel û gerîla kir.
Xet û modela nû
Karayilan, qala Projeya Jinûve Avakirinê kir ku di civîna HPG’ê de biryar li ser wê hate dayin û got, “Heger hêzên gerîla heta niha hatibûna tasfiyekirin, wê hem pêşî li nîqaşên ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê hatibûya girtin, hem jî pirsgirêka Kurd bi temamî ji rojevê derketibûya û siyaseta qirrkirinê wê li ser kar bûya.”
Mûrat Karayilan diyar kir ku tevgera wan bi pêşdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê paradîgmayî ve xwe nû kir û got, “Vê yekê avantajên mezin dan me. Me timî hewl da mijara nûbûna rêbaza gerîla di rojeva xwe de bihêlin. Lê ev du sal in ku Projeya Jinûve Avabûnê di rojeva HPG’ê de ye û herî dawî di civîneke HPG’ê de biryar li ser wê hate dayin.”
Gel û gerîla bi hev re ye
Karayilan bi bîr xist ku stratejiya wan a têkoşînê stratejiya şerê gel a şoreşger e û got, “Di stratejiya şerê gel ê şoreşgerî de gerîla bi tenê nîne. Aliyê vê têkoşînê yê gel heye. Divê mirov gel û gerîla bi hev re bifikirin. Di doktrîna me ya şer de sê ji çar hîmên bingehîn ev in. Yanî gerîlayên profesyonel, xweparastin, tevgera gel û bikaranîna qada metropolan. Ji bo çar aktorên bingehîn ên doktrîna me ya şer hene û hêza pêşeng, gerîla ye.”
Bi teknîkê şer dike
Mûrat Karayilan li ser êrişên teknîkî yên artêşa Tirk jî ev nirxandin kir: “Dewleta Tirk hewl dide bi şerê hewayî xwe ji rewşa xitimandî derxîne. Yanî xwe dispêre îstîxbarat û teknîkê û bi vî awayî dixwaze encamê bigire. Ji ber ku îradeya wan a ji bo şerê li dijî gerîla gelekî qels e.”
Em zelal û bi biryar in
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan anî ziman ku bi projeya jinûve avabûnê ya gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê re, ew hewl didin bibin hêza serketinê û got, “Em di wê baweriyê de ne ku em ê wezîfeyên xwe yên serdema nû bi vî rengî bi cih bînin û bersivê bidin bendewariyên Rêber Apo, şehîdên leheng, gelê me û dayikên me. Em pê bawer in ku gerîlayên berê xwe dane serketinê wê di doza azadiyê de bi ser bikevin.”
ANF/BEHDÎNAN