Pêngava 15’ê Tebaxê, ku di nava gelê Kurd de weke Cejna Vejînê tê qebûlkirin, di salvegera 33’an de bi merasîmeke bi heybet li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate pîrozkirin. Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan, Zozan Çewlîg, Bahoz Erdal û Gulîstan Gulhat, endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Bozan Tekîn û bi sedan gerîla beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Piştî rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê, Mûrat Karayilan ji gerîla re axivî.

Karayilan di destpêkê de got, Hêzên Parastinê yên Gelê Kurdistanê, ku li ser bingeha Pêngava 15’ê Tebaxê dest bi têkoşînê kir, îro bûne temînata paşeroja herêmê. Karayilan diyar kir ku gerîla isbat kiriye ku têk naçe, lê belê ev têrê nake, divê gerîla bibe gerîlayê serketinê.


Ey şehîd doza we wê bi ser keve

Karayilan cihê pakrewanan di têkoşîne de destnîşan kir û got, “Em hemû şehîdên xwe yên şoreşê, di şexsê fermandarê mezin hevrê Egîd de bi bîr tînin û soza ku me daye wan, careke din dubare dikin: Ey şehîd! Bila dilê we şad be. Çeka we li erdê namîne; ala we ji her demê bêhtir bilind bûye û doza we wê bi ser bikeve.”

Ji bo pêngava 15 Tebaxê Karayilan got, “Pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê gelê me ji tinebûnê rizgar kiriye” û wiha dewam kir: “Beriya her tiştî wê Şoreşa Vejînê afirandiye. Li ser bingeha şoreşa ramanî, civakî û jinê, civaka Kurdistanê ji nû ve afirandiye. Di destketiyên çar parçeyên Kurdistanê de roleke mezin a Pêngava 15’ê Tebaxê heye. Li ser bingeha Pêngava 15’ê Tebaxê eger şerê li Bakurê Kurdistanê nebûya, îro destketiyên li Başûrê Kurdistanê, Şoreşa li Rojavayê Kurdistanê nedibûn.”


Ewlekariya Ocalan ewlekariya lîderên Tirkiyeyê ye

Karayilan îşaret bi êrîşên mêhtingeriya dewleta Tirk li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, “Sîstema Îmraliyê ya heyî, sîstema qirkirina civaka Kurd e. Tecrîd, îzolasyon û îşkenceya psîkolojîk a sîstema Îmraliyê tê wateya qirkirina li Kurdistanê. Îro li Îmraliyê êrîş li vîn û paşeroja gelê me tê kirin. Gel û tevgera me êdî nema dikare xwe li vê ragire. Divê Erdogan zanibe; bi sîstema Îmraliyê û bi dijminatiya li Kurdan re nikare tiştekî bi dest bixe. Wekî din, divê Erdogan zanibe ku eger îro dijî, ev yek bi saya Rêber Apo ye. Me berê jî got; em careke din dibêjin; ewlekariya Rêber Apo, di heman demê de ewlekariya hemû lîderên Tirkiyeyê ye.”


Pêşî li azadiya Kurdistanê vebûye

Karayilan bi bîr xist ku dewleta Tirk û artêşa wê li dijî wan êdî di erê re nikare şer bike û wiha dewam kir: “Ew bi balafirên şer êrîş dikin û bi vî rengî dixwazin xwe biparêzin, hebûna xwe bidomînin. Lê belê mêtingeriya Tirk nema dikare bi vê rêbazê hebûna xwe bidomîne. Divê her kes zanibe, faşîzma AKP-MHP´ê di dema herî qels a dîroka mêtingeriyê de ne. Ti hêz êdî nikare pêşî li azadiya Kurdistanê bigire.”

Karayilan bi vê re elaqedar du bang kirin û got, “Em dibêjin; ji bo vê dema girîng di çarçoveya berjewendiyên gelê xwe de bi kar bînin, divê yekîtiya neteweyî pêk were. Em bang li hemû aliyan dikin ku li her çar parçeyên Kurdistanê li hev bicivin, stratejiyeke hevpar a neteweyî ava bikin û li ser vê bingehê ji bo serketina doza azadiyê ya Kurdistanê her kes bila bi wezîfeyên xwe rabe.”

Karayilan paşê banga tevlîbûna nav refên gerîla li ciwanan kir û bi bîr xist ku Şoreşa Kurdistanê êdî veguheriya Şoreşa Rojhilata Navîn.


Sala azadiya Ocalan û Kurdistanê

Karayilan got, ew dixwazin sala 34’an a 15’ê Tebaxê bikin sala serketineke mezin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Meşa sala 34’an, wê bibe meşa azadiyê ya Rêber Apo û Kurdistanê. Pêwîst e Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bibin hêzeke serketinê. Di sala 34’an de em dixwazin bi meşa serketinê ya li ser bingeha ruhê 15’ê Tebaxê, gerîlayê profesyonel bixin meriyetê. Bi vî rengî em ê bendewariyên gelê Kurdistanê û xeyalên şehîdên xwe yên leheng bi cih bînin.” 


 ANF/BEHDÎNAN