ARA XWÎNDA/ROJEH FIRAT

ANF/BEHDÎNAN

Mordem Maku gerîlayekî Kurdistanê ye û ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Mordem Maku li gel şervantiya xwe li çiyayên Kurdisanê dengbêjiyê jî dike. Tevî ku di nav malbata Mordem Maku de dengbêj jî tine bûne, wî bi dildarî li dengbêjan guhdarî kiriye û xwe elimandiye dengbêjiyê.

Gerîla Mordem Maku ku ji herêma Dambatê ya Makuyê ye,

û dibêje bi taybetî jî me li Şakiro guhdarî dikir. Mordem Maku wiha dipeyive: “Kalan û pîran bi giştî bi radyoyê li dengbêjan guhdarî dikir, ciwanan guhdarî nedikir. Lê divê mirov li dengbêjan guhdarî bike, divê mirov bi çanda xwe ve be.”

Çanda dengbêjiyê diparêzin

Maku dibêje di nav Kurdan de dengbêjî hê jî ne wek ebrê be jî geş e û wiha diaxive: “Herêma Serhed û Botanê tim bi çanda xwe tê zanîn. Her herêmek dengê wan ê qirikê cuda ye. A rast êşa ku hatiye serê wan, wan bi hunerê deng derkiriye. Xwestin ku çanda dengbêjiyê ya Kurdan tine bikin. Lêgerên azadiyê, yên ku berevaniyê li Kurdan dikin, bi PKK’ê çanda xwe parastine. Gelek heval hene ku dixwazin vê çandê biparêzin. Em şehîd heval Hogir, Viyan Peyman, Delîl bi hurmet bi bîr tînin. Ev çand divê tim bidome.”

Divê mirov hîs bike

Maku dibêje, ji bo ku mirov karibe dengbêjiyê bike divê mirov hîs bike û wiha pê de diçe: “Hin bûyer hene têne gotin, hin jê bi ser ê mirovî ve tên. Gelek dengbêj ne di nav wan bûyeran de ne ku wê dibêjin. Dema ku ew bûyer bûne, hê jidayik jî nebûne. Gelek dengbêj hene, dema ku dengbêjiyê dikin, êşên ku bi serê wan ve hatine, bûyerên ku dîtine bi wan cuda tên. Dema ku ez dibêjim, pirr dilzîz dibim. Ez tê derdixim, êşên bûyerê hîs dikim, weke ku ew bûyer bi serê min de bên.”