Bîranîn bi  rêzgirtinê destpê kir û li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan axaftina pêşî Şengê Kahraman kir. Kahraman got, “Xwedîderketina li şehîdên me ku bi çalakiya fedayî şehîd ketine peywira herî mezin a me dayikan e. Weke dayikên şehîdan divê em giyanê berxwedêriya fedayî û têkoşîna xwerêveberiyê ku zarokên me ji me re hiştine, ji xwe re bingeh bibînin.”

Piştî Kahraman yek ji xizmên Viyan Bahoz, Asmen axivî û got, “Zarokên me piştî ku ji malê derketin êdî zarokên têkoşîna azadiyê ne”. Asmen bang kir bi hişk xwe li dora têkoşînê bikine xelek. Piştî axaftina xwe lorîkek li ser komkujiya Dersîmê ya salên 1937-1938’an got.

Yek ji xizmên din ên Viyan Bahoz, Ayten Sunger jî di bîranînê de got, “Eger rast em ji şehîdên xwe hez dikin divê em bêhtir bi rastî, xurtî xewn û xeyalên şehîdên xwe zûtir pêk bînin. Ji her demê bêhtir divê em bi bîranînên şehîdên xwe ve girêdayî bin.”

Di bîranînê de ji Saziya Malbatên Şehîdan Ahmet Aktaş jî axivî. Aktaş bal kişand ser salvegera berxwedana 14’ê Tîrmehê û banga geşkirina têkoşînê kir.

Piştî axaftinan sînevîzyana bîranîna Sunger û Kartal hat nîşandan. Bîranîn piştî axaftinan bi dawî bû. 


 ANF/KOLN