
Tu car karên hesan nekir
Dilzar Dîlok baldikşîne li ser pirtûka bi navê ‘ Jina azad kê ye, Çawa dijî’ ya ku ji alî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve sala 2000’î de hatibû pêşniyarkirin, wek jineke pêşeng berxwedana Sakîne Cansiz jî di vê pirtûkê de cih girtiye. Dîlok jî yek ji wan kesane ku di amadekarina vê pirtûkê de cih girtiye û di têkoşîna jina azad de dibêje tişteke îstîsna hebû û vê jî wiha tîne ziman: “ Bi lêkolîn, lêpirsîn, hevpeyvînên êş û kêfxweş ev xebat hate meşandin. Di vê pirtûkê de hevalên ku bi qehremanî têkoşîna azadiyê meşandin û canê xwe gorî kirin cih digirtin. Wek rêgezek Apoyî, bi giştî di vegotinan de Rêhevalên şehîd dihatin esas girtin. Yek îstîsna hebû. Ew jî Rêhevala Sakîne bû. Rêhevala Sakîne Cansiz, ji rojên destpêkê ku tevger naskir pê ve di nav têkoşînê de cih girt. Bi berxwedaniyeke mezin bi derdora xwe, bi malbata xwe û bi her kesên ku jiyaneke ji rêzê li ser wê ferz dikirin di nav têkoşanê de bû. Rastiyên ku xwe gihandibûyê û jê bawer dikir heta dawî diparast. Heta dawî şerê wan rastiyan dida. Û heta dawî têkoşera jiyana wan rastiyan bû.”
Cûdabûna xwe diparast
Dîlok gotinên xwe wiha didomîne: “Jiyan û serpehatiyên rêhevala Sakîne ticar ne ji rêzê bû. Ticar wek herkesî/ê nebû. Her dayîm cudabûna xwe, rengê xwe parast. Di asta menewî, hest û raman de, di helwest de û her aliyê jiyanê de bi rêgez tevdigeriya. Li ser esasê slogana rêhevalê Mezlûm Dogan a ‘Berxwedan jiyan e!’tevdigeriya. Wateya jiyanê di rêhevala Sakîne de di asta herî jor de bû. Dem ji bo wê cuda digeriya. Dem têra wê nedikir. Demên jiyana xwe erzan nedida ti tiştî. Îsbat eve ku rêhevala Sakîne ti deman wek hevtemenên xwe xuya nedikir. Her tim bi dileke ciwan, bi bedeneke ciwan û li pêşberî jiyanê hertim bi coş û heyecan bû.”
Mînaka her jinê ye
Dilzar Dîlok herî dawî weke gerîllayeke jin hestên xwe di derbarê Sakîne Cansiz de wiha vedibêje: “ Her gerîllayeke jin bi hezkirin, bêrîkirin, evîna Rêber Apo li rêhevala Sakîne dinêrin. Her gerîllayeke jin li wê dinêrin da ku eşqa jiyanê û eşqa Rêber Apo bi xwe re bikin yek. Hinekê jê fêrbibin. Her gerîllayeke jin dilê xwe jê re vekirî dihêle, da ku bikevê dilê wê û bi bayê azadî bixemilîne. Her gerîllayeke jin dixwaze ku bi qasî rêhevala Sakîne guh bide dengê dil û herikandinên azad bibihîze. Her gerîllayeke jin dixwaze biqasî wê dilê xwe bi rastî û xweşikbûna dîrokê ve bistrîne. Da ku dil û mêjiyê xwe azad bike.”
Sakîne dengê Dêrsim e
Gerîlaya jin Bêrî Dêrsîm jî tîne ziman ku, beriya ku mirov behsa Sakîne bike, divê mirov behsa herêma ku lê jidayik bûye bike. Bêrî Dêrsîm çanda Dêrsimê ya ku li ser kesayeta Sakîne Cansiz jê bandor bûye, wiha vedibêje: “Çanda Dêrsimê çandekî li hemberî zilm û zordariyê berxwedane. Çanda elewitiyê jî li ser kesayeta heval Sara de bondar kiriye. Çandekî hîn bi xwezayî ye û cihê jinê jî gelek girîng e. Elewî ji ber ku hertim bi qetilkirinê re rûberû mane, kesayeteke muhalîf di wan de pêş ketiye. Di felsefa wan de li hemberî zilm û zordariyê sekinîn heye. Dibêjin, kesekên ku li hemberî zilm û zordariyê serê xwe ranekin di wan de edalet nîne û bêedaletin. Hevala Sara jî serê xwe li hemberî neheqî û bêedaletiyê re bilind kiribû.”
Rastiya PKK´ê baş nas kiribû
Bêrî Dersîm naskirina xwe ya ji Sakîne Cansiz re wiha tîne ziman: “Heval Sara sala 1998’an demeke kurd li Yewnanîstanê ma û wê demê min wê nas kir. Em qederekî hevalên ciwan di perwerdeyê de bûn, ew jî hat li gel me. Bes beriya ku bê em hemû ketibûn di nava kelecanekî de. Ji ber ku weke kesayet bi berxwedana xwe hatibû nasîn û berxwedera berdewamiya têkoşîna jinên Kurdistanê bû. Di heman demê de weke jineke kurd di damezirandina PKK’ê de cihe xwe girtibû. Xwedî bandoriyeke pir mezin bû. Jina kurd çawa ye û bi çi awayê divê têkoşîn bide meşandin hem bi jinên kurd hem jî dijmin dabû nasîn. Dema ku min wê dît tişta herî bala min kişan heybetbûna wê bû. Ew jineke pir bi heybet, pir bi estetîk û xwezayî bû.”
Bextewar im ku min wê nas kir
Xeyala min ya herî mezin bû ku ez Hevala Sara bibînim dibêje gerîla Nûcan Agir. Agir wê kêliyê jî bi van peyvan tîne ziman: “ Ez pir bi şans bûm ku min hevala Sara di demeke kurd de, dema ez perwerdeya şervanên nû de bûm, dît. Ez hindî bi kelecan bûm ku min nikarîbû pirsek jî lê pirsiyar bikiriba. Lê ew miroveke ew qas xwezayî bû ku ew kelecana me bi sohbeteke xwezayî ji holê rakir û ji me re got; ‘ Her tim bi meraq bin bipirsin û bibin lêgerînvanên jiyana heqîqetê. ‘ Ew gotina Wê rê nîşandana têkoşîna me ye. Ez jî ji bo ku vê pêk bînin herdem bibim lêgervana jiyana bi heqîqete were dagirtin. “
Komployeke navnetewî bû
Esma Semsûr jî qetliyama Parîsê weke komployekê bi nav dike û dibêje: “Pêvajoyeke ku çareseriya pirsgirêka kurd di rojevê de bû û ji bo vê jî hewldanên Rêberê me dest pê kiribû û bi dewleta tirkiyê re di nava dîyoloqê de bû, di demeke wisa de ev komkujî pêk anîn. Peyamên vê qetliyamê pir in. Ev qetliyam hem jî bo Tevgera Azadiya Kurd hem ji bo Tevgera Jinên Azad hem jî ji bo raya giştî peyamekî bû. Beriya her tiştî ev qetliyam weke operasyoneke navnetewî pêk hat.Mirov nikare bêje karê yek kesî an jî hin kesan e. Di vê qetliyamê de Tirkiye jî cihê xwe digire. Dîsa gelek dewletên din jî cih digirin. Dewleta Firansî bixwe jî da diyarkirin ku, ev qetliyam ji aliyê kîjan beşan ve û dewletan ve hatiye kirin. Ev jî dide diyarkirin gelek dewlet di nav de ne. Û di serî de dewleta Firansî jî tê de cih digire.”
Peyama li dijî Kurdên azad e
Semsûr wiha dirêjahî da gotinên xwe: “Ev qetliyam beriya her tiştî li ser Jina azad û Kurdên azad hat pêş xistin. Bi vê jî ev peyama dan, em bi tu awayî Kurdekî azad qebûl nakin. Û gotin ku, ger hûn ji bo azadiyê têkoşîn bikin hûnê wisa bên qetilkirin. Bi kurtasî di siyaseta qirkirin û îmha kirinê de bi israrin û bi vê jî ew peyam dan. Qetliyama heval Sara li ser Tevgera me û jinên têkoşer û gelê me tesîreke pir mezin kir. Sakîne Cansız 40 sal di nava PKK’ê de têkoşîn da meşandin. Û sî sal jî ji bo jinên kurd pêşengtî kir. Di şexsê heval Sara de Besê û Zarîfe hemdem bûn. Têkoşîna jinên kurd bi têkoşîna Rosa Luxsenbûrk re kir yek.” Semsûr vê mînakê dide: “ Heval Sara sala 1979’an ji zindanê direve. Gardiyan a jin dixapîne û wisa direve. Piştre tê girtin. Lê ew gardiyan a jin diçe ku derê behsa heval Sara dike.”
ŞEVIN MURAD BINGOL/BEHDINAN