Yên li pêşberî me jî gundên Westane û Mûcamma Saddam ên ji aliyê DAIŞ‘ê ve hatine dagikirin e. Heman piştî van gundan gundên Xurava û Mûcaamma Şehîd hene. DAIŞ van gundan ji xwe re weke biryargehê bi kar tîne. Heman piştî wan jî navçeya Kerkûk Hewice heye, ku ev der jî ji aliyê DAIŞ’ê ve weke navendê tê bi karanîn.
Gundê herî zêde nêzî çeperên DAIŞ‘ê ye, gundê Newafîl e ku di destê hêzên Kurd de ye. Ji ber ku ev gund herêma herî xetere ye, li sivîlan hatiye girtin. Ya li pêşberî vir, gundê Westan e. Li gundê Westan jî sivîl nîne. Gund veguhere biryargeha DAIŞ‘ê. Her du gund bi tenê bi 1 kîlometreyê dûrî hev in. Car carna dengê çeka kannas tê. Çeteyên DAIŞ‘ê sekvanên xwe li ser banê xaniyan bi cih kirine. Her wiha li gund çekên giran ên weke doçka, hawan û maşînên zirxî jî bi cih kirine. Hêzên Kurd jî bi heman rengî bi cih bûne.
Cihê navberê yê ji 1 kîlometreyê jî mayinkirî ye. Hem li aliyê DAIŞ‘ê hem jî li aliyê hêzên Kurd, xendekên dirêjahiya wan bi kîlometreyan e hatine kolandin. Mirov dikarin bêjin ku ev der bûye mîna herêmeke tampon.
ji bo xetere bê berterefkirin
Hêzên gerîla gelek caran dan xuyakirin, ku ne tenê di operasyonên li Kurdistanê de, ew amade ne di operasyona li hemberî Mûsilê de jî cih bigirin. Fermandarên hêzên gerîla yên li vê derê dibêjin; heta ku Hewîce neyê rizgarkirin, xeteriya li ser Kerkûk, Mexmûr û Hewlêrê ji holê ranabe. Fermandarê gerîla yê li eniyê destnîşan dike, ku di vî warî de ew bi israr in, lê belê hêzên pêşmergeyan û hêzên koalîsyonê xwe nadin ber vê.
Înîsîyatîfa gerîla
Yekîneyên gerîla û hêzên pêşmerge bi awayekî koordîneyî tevdigerin. Yekîneyên gerîla bi awayekî xweser li çeperên xwe bi cih dibin. Biryargeha wan cuda ye. Rêbaza wan a tevgerê ji aliyê wan ve tê diyarkirin. Dema ji wan bê xwestin an jî pêwîstî pê hebe, destekê didin yekîneyên pêşmergeyan. Di diyaloga navbera gerîla û pêşmergeyan de em dibînin ku pêşmerge di mijara şer de nêrînên gerîla esas digirin. Her wiha bi awayekî vekirî tê dîtin, pêşmerge ji dil û bi heyrantî nêzî gerîla dibin.
Eniya Elî Sera
Em ji Til Werde derdikevin. Rawestgeha me ya nû wê Elî Sera û Daqûqê be. Em vedigerin Kerkûkê û vê carê berê xwe didin aliyekî din. Du saet piştî derketina ji Kerkûkê, rawestgeha me ya vê carêı navçeya Daqûq a cihê Kurdên Kakaî ye.
Li Daqûqê şênkahî hinekî zêdetir e. Em dibînin ku têkiliyeke xurt a Kurdên Kakaî bi axê, bi çandiniyê heye. Erd hatine cotkirin, hin jê hatine çandin. Bizirê zebzeyan hatine çandin û ser wan bin aylonê hatiye girtin. Li gundên li derveyî bajêr, kewara mêşên hingiv bala me dikişîne.
Kelecana biharê ya gelê Kurd di nava yekîneyên gerîla yên li Kerkûkê de jî derdikeve pêş.
Di wê baweriyê de ne ku sala 2016’an wê bibe sala berxwedaneke mezin. Destnîşan dikin ku yek ji pêngavên herî girîng ên dîroka gerîla wê di sala 2016’an de pêk were.
Cihê gerîla di dilê Daqûqiyan de
Dema em di nava bajêr de derbas dibin, mirovên ku gerîla di hundirê wesayîtê de dibînin, gelekî kêfxweş dibin. Li Daqûqê gerîla bi awayekî cuda tên pêşwazîkirin. Gerîlayê ji Rojhilatê Kurdistanê Hoşyar Zagros sedema vê hezkirinê ji me re vedibêje. Daqûq navçeya duyemîn e ku piştî Şengalê yekîneyên gerîla di destpêkê de xwe gihand vê derê. Par dema DAIŞ‘ê dor li Daqûqê girt, gerîla bi hawara Daqûqiyan hatin. DAIŞ ji vir hat derxistin.
Tevî gerîlayê HPG’ê Armanc Kurdo gelek pêşmergeyan di wê berxwedanê de jiyana xwe ji dest dan. Ji ber vê yekê ji bo gelê Daqûqê gerîla, ji bo gerîla jî Daqûq xwedî girîngiyeke taybet in.
Dema me xwe gihand nuqteya derketina ji Daqûqê, 3 jê jin 6 gerîlayan ji nişka ve bi hestewarî li aliyê rastê temaşe kirin. Fermandarê yekîneyê Hoşyar cihekî 500 metre nêzî rê nîşan da û got, “Vaye ev der e, cihê Şehîd Armanc lê şehîd ketiye.”