3´ê Tebaxa 2014´an, dijminên mirovahiyê çeteyên DAIŞê êriş birin ser Şengalê. Çekdarên PDK´ê ew hiştibûn û pişta xwe dabûn Şengalê. Hevî ketibû ber guleyan. Di demeke welê de Derwêş û Edûlên hemdem ango gerîlayên HPG´ê berê xwe dan Şengalê. Ji wan gerîlayan Fermandarê Gerîla Cîger Goyî û gerîlaya YJA Starê Zeynep Botan qala wan rojan kirin.
Fermandar Cîger Goyî got, “Dema ku em çûne Şengalê armanca me ya pêşî ew bû ku em xeteke parastinê ava bikin, gel ji komkujiyê xilas bikin û bigihînin cihê ewle”. Zeynep Botan jî got, “Dema ku em gihane Şengalê dîmena pêşî ya ku me dîtî ew bû ku awirê wan mirovên tî, birçî û bêhêvî bûn, ku tevlî mirovên yixtiyar, zarok û pitikên mirî, bi tirs xwe li çiyê girtibûn.”
Cinawirê modernîteya kapîtalîst DAIŞ
Fermandarê Gerîla Cîger Goyî got pergala kapîtalîst vê sedsala dawî rêxistineke mîna cinawiran DAÎŞ derxiste holê, siyaseta ku mirovan bi kuştinê, bi tirsê, bi revandinê ji koka wan qut bike domand û DAÎŞ jî bi vî rengî êrîş bire ser Mûsil ,Telafer, Şengal û Kobanê û divê mirov baş lê bifikire ku di van êrîşan de yek ji gelê qedîm Kurd bûne hedef û koka Kurd Êzîdî û Kobanê bûne hedef.
Rêber Apo hişyar kiribû
Goyî bal kişande ser hişyariyên Rêber Abdullah Ocalan û got, ‘’Rêbertiya me gelek caran di nîşeyên hevdîtinê û parastinên xwe de behsa Derwêş û Edûlê dike, dibêje, dîrok xwe dubare dike û ji bo vê jî hewceyî bi têkoşîneke wiha heye. Ji ber banga Rêbertiya me û piştî Mûsilê piştî ku dengê piyên komkujiyê hate bihîstin, Tevgera me ya Azadiyê, xwest ku biçe Şengalê û gelê me yê Êzîdî biparêze lê PDK’ê destura vê neda, got, hêzên wan wê berevaniyê li Şengalê bikin û têbikoşin. Lê 3’yê Tebaxa 2014’an ti hikmê gotina wan nemabû. Ji ber ku PDK hemû çekên xwe yên giran biribû û gelê Şengalê bi komkujiyê re tenê hiştibû.’’
Ji bilî gerîla kes tinebû
Di atmosfereke wiha de hêzên gerîla gihaştibûn Şengalê. Nêzîkatiya tevgera me jî ew bû ku gelê me yê ji komkujiyê sax filitiye û xwe li Şengalê girtine, ji êrîşên DAÎŞ’ê biparêze. Ango ji bo gelê mayî xilas bike û bigihîne qadên ewle, komên pêşî yên gerîla ji çiyayên Kurdistanê ber bi Şengalê ve herikîn. Hêzên koalîsyonê yên li dijî DAÎŞ’ê, artêşa Iraqê û pêşmergeyên PDK’ê wê demê tinebûn.’’
Mirovên tî, birçî û bêhêvî
Gerîlaya YJA Starê Zeynep Botan jî got, ‘’Tevgera me di çarçoweya pêşdîtinên Rêbertiya me de ji bo parastina Êzîdiyan û gelên Şengalê gelek caran ji PDK’ê re got li Şengalê hewceyî bi hêzeke hevpar a parastinê heye. Lê PDK guh neda banga Rêbertiya me û Tevgera me, got, ew ê gelê Êzîdî biparêzin. Lê 3’yê Tebaxa 2014’an pêşmergeyên bi ser PDK’ê, bêyî ku guleyekê biteqînin reviyan û gelê me yê Êzîdî bi komkujiyê re tenê hiştin. Tevgera me ya ku ev helwesta PDK’ê dîtî, ji bo parastina gelê me yê Êzîdî û xilaskirina wê kome bi kom gerîla şandin Şengalê. Dema ku em gihane Şengalê dîmena pêşî ya ku me dîtî ew bû ku awirê wan mirovên tî, birçî û bêhêvî bûn, ku tevlî mirovên yixtiyar, zarok û pitikên mirî, bi tirs xwe li çiyê girtibûn. Ez vê dîmena ku min cara pêşî dîtî her 3’yê Tebaxê dibînim.’’
BAHOZ AMED/ROJWAR KARAKOÇAN / ANF/BEHDÎNAN