
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê der barê şer û operasyonên dawî de agahî da. HPG ragihand ku li Colemêrgê 3 jê çawişên pispor, 5 leşker hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de der barê çalakiyê de wiha hat gotin; “Di 18'ê Tebaxê de di navbera saet 18.00-19.00'an de li navçeya Çelêya Colemergê li dijî leşkerên qereqola 49'an ên dixwestin derkevin operasyonê ji aliyê gerîllayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin leşkerek jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê dijmin herêma çalakiyê bi hewan û obusan bombebaran kiriye.
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê diyar ku di 20'ê Tebaxê de jî saet di 08.30'an de li dijî leşkerên artêşa Tirk ên derketine operasyonê li ser riya Wan û Colemergê çalakiyek hatiye lidarxisitin. HPG da zanîn ku di encama vê çalakiyê de wesayiteke jamer hatiye rûxandin 3 çawuşên pispor jî hatine kuştin. HPG got, "Piştî çalakiyê helîkoptereke ku xwestiye li herêmê xwe daxîne xira bûye û perwane li serê serbazekî ketiye û miriye. Operasyona ji aliyê artêşa dagirker a Tirk li herêmê destpêkiriye danê êvarî paş de vekişiyaye. “
Îdîayên li ser gerîllayan ne rast in
HPG di daxuyaniyê de diyar kir ku di 21'ê Tebaxê de di saet 11.00'an de li navbera Şirnex û herêma Gundikê Mele ya bi ser Cûdiyê, gerîllayan li helîkoptereke skorsky ku ji leşkerên Tirk ên li operasyonê re erzak û cebilxane dikişand xistine û helîkopter derbe xwariye. HPG îdîayên li ser kuştina gerîllayan jî derew derxist û got; “Nûçeyên di çapemeniya Tirk de di derbarê şehadeta 6 hevalên me de derbas dibe dûrî rastiyê ye.”
Li geliyê Doskî şer
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê ragihand ku di 18'ê Tebaxê de jî saet di 14.30'an de di operasyona ku li Geliyê Doskî destpêkiriye, li dijî leşkerên artêşa Tirk ê li nêzî Girên Glord û Çetan ji aliyê gerîllayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin. Di dewama daxuyaniyê de weha hat gotin; “Di çarçoveya heman operasyonê de di saet 14.30'an de li nêzî Qereqola Oramarê di navbera gerîllayên me û leşkerên artêşa dagirker a Tirk ên derketiye operasyonê de şer qewimiye. Di encama vî şerî de hejmara eskerên kuştî û birîndar ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”
Gerîllayek jiyana xwe ji dest da
HPG da zanîn ku di encama îxbara serokê AKP’ya navçeya Qelqelî yê Wanê de gerîllayek li nêzî gundê Kultepeyê jiyana xwe ji dest da. HPG’ê li ser bûyerê ev agahî dan; “Di 13’ê Tebaxê de, li nêzî gundê Kultepe yê navçeya Qelqeliya Wanê ji ber îxbara Serokê AKP’ya navçeya Qelqeliyê, di navbera leşkerên artêşa dagirker a Tirk û gerîllayên me de şer qewimiye. Di vî şerî de çawişek pispor hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Di vî şerî de hevalekî me jî gihiştiye şehadetê.”
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê aşkere kir ku gerîllayê jiyana xwe ji dest da ye: Welsîh Parisa, bi nasnav Harûn Agirî ye û li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Li Xakurkê bombebaran
HPG’ê da zanîn ku di 21'ê Tebaxê de jî di navbera saet 15.30-16.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundê Kustanê yê bi ser herêma Xakurkê ji aliyê balafirên şer yên artêşa tirk ve êrîşeke hewayî pêk hatiye.
ANF/BEHDÎNAN