Gerîlayên HPG û YJA Starê li Xakurkê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev agahî da:
“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî kirin.
26’ê Adarê, hêzên me li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Axîn çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li kozik û stargehên dijmin ên li ser gir hatin xistin, lê hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehate tespîtkirin.
27’ê Adarê hêzên me cara duyemîn li dagirkerên li ser Girê Şehîd Axîn xistin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de hatin kuştin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.
Yekîneyên me yên çalakî kirin bi serketî li baregehên xwe vegeriyan.
Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker 26’ê Adarê saet di 15:00 de qada Şehîd Kendal a Herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, saet di 18:00 de jî qada Dola Şîvê ya herêma Zê bombe kirin.
Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat.”
ç