Gerîlla li Mêrdînê lê da 5 endamên îstixbaratê eskerî hatin kuştin
Gerîllayên Hêzên Parastina Gel HGPê bi hatina biharê re çalakiyên xwe zêde kirin.
Hêzên gerîla li herêma Bagokê ya Mêrdînê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek kirin. Di çalakiyê de 5 endamên îstixbarata eskerî hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya gerîla ya li herêma Bagokê ya Mêrdînê bi daxuyaniyekê agahî da:
"Di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de hêzên me li qada Navsera Bagokê ya herêma Bagokê ya Mêrdînê li dijî artêşa Tirk a dagirker 3'ê Nîsanê çalakiyek kirin. Li herêma qalkirî qereqoleke nû dihat çêkirin.
Hêzên me ji nêz ve li kozik û wesayitên dijmin xistin. Gerîlayan ji du aliyan ve li wan reşandin. Hêzên me heta çûn ser wesayitên dijmin û dest danîn ser hin belge û dokumantên di hundirê wesayitan de.
Di çalakiyê de 5 endamên îstixbarata leşkerî hatin kuştin.
Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran li derdorê reşand û leşkerên xwe yên kuştî û birîndarbûyî êvarê bi wesayitên zirxî ji herêmê bir. Yekîneya me ya ku çalakî kir bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya." NAVENDA NÛÇEYAN