Gelalî da zanîn: “Piştî navçeya Mexmûr û wargeha Mexmûrê bi hevkariya gerîla û pêşmergeyan ji destê çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin, bi giştî firehbûna eniya şer bûye 20 Km. Firehbûna eniya Mexmûrê di encama berxwedanek bê hempa de bi dest hatiye xistin. Lewra mirov dikare bêje serkeftina pêşmerge û gerîla li Mexmûrê bûye sedem kû nêzî 5 mehane çeteyên DAIŞ’ê wek berê nikarin êrîşan bînin ser deverê. Lê eger tevgerek ya çeteyan bê dîtin ji aliyê firokeyên hêzên koalîsyonê (hevpeymanê) ve tên bombebaran kirin.

 

7 gundên Kurdan di destê çeteyan e

Têkildarî gundên li devera Mexmûrê a ku di destê çeteyan de ye jî Gelalî da zanîn ku, 18 gundên girêdayê bajarokê Baqirtê di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne. Herwisa li seranserê herêma Mexmûrê 50 gundên ku pêwîste werin rizgarkirin niha di destê DAIŞ’ê de ne. Ji van gundên ku di destê çeteyan de 7 gund ji wan gundên Kurdan e.


Amedikariya operasyona Mûsîlê

Her wiha Gelalî da zanîn ku operasyona Mûsilê dibe ku piştî Cejna Remezanê bê destpêkirin, Berpirsê YNK’ê yê li Mexmûrê agahiyên di destê xwe de wiha ragihand: “Hewildanên operasyona Mûsilê hene. Lê di serî de DYA û piraniya hêzên koalîsyonê hemfikrin ku ev operasyon piştî Cejna Remezanê were kirin. Di pêngavên vê operasyonê de ya herî girîng rizgarkirina herêma Şergat ya rojhilatê Mûsilê ye.  Artêşa Iraqê, hêzên Heşd- El Şeebî û milîsa dixwazin vê devera stratejîk ku hestiyê piştê yê Mûsilê dişkene, bigirin. Dema ku ev dever hat girtin çeteyên ku li devera Baqirtê û Hewicê dimînin nikarin bi tu cihan ve biçin û dora wan tê girtin. Lewra berî operasyona ji bo rizgarkirina devera Şergatê divê çeteyên DAIŞ’ê devera Hewîcê û Baqirtê  vala bikin.”


DÎLAN ŞEVAL/WEHBÎ DEMÎR/MEXMÛR/ROJNEWS