Xwepêşandanên Iraqê yên pêşî li parêzgeha Besrayê dest pê kirin û piştre li Bexda, Necef, Zîkar û Kerbelayê belavbûn, nasekinin.
Ev zêdeyî hefteyekê ye xelkê parêzgeha Besrayê bi sedema kêmbûna ceyran û xizmetguzariyê xwepêşandanan li dar dixe. Ev çend roj in, xwepêşandan li parêzgehên din yên Iraqê jî belav bûn. Pêr êvarê jî li çend parêzgehên Iraqê xwepêşandêr ketin avahiyên hikûmetê û avahiyên çend partiyan jî ketin dest gel.
2 kesan canê xwe ji dest da
Li bajarê Besra yê Iraqê doh tevî qedexeya derketine derve û bergiriyên tund ên hêzên ewlekariyê xelk dîsa daket ser cadeyan û ji ber nebûna xizmetên eletrîk û avê xwepêşandan lidarxistin. Di xwepêşandanên li bajarê Besrayê de doh bi guleyên hêzên ewlekariyê 2 kesan canê xwe ji dest da û her wiha çend kes jî birîndar bûn.
Di xwepêşandanan de avahiyên partiyan û navendên hin komên Heşdî Şebî hatin şewitandin. Her wiha deriyê Sînorê Kuweytê ji bo demekê hate girtin û balefiregeh hate dagirkirin.
Înternet qut kirin
Hikûmeta Iraqê ji bo xwepêşandan geştir nebin ji pêr bi şev ve astengî li ber Facebook, Twîtter, Înstagram û hesabên din yên medyaya sosyal danî. Piştre jî li tevahiya welêt înternet hate sînordarkirin. Heta vê sibehê jî vê astengiyê dom kir. Lê li gel vê jî gel bi VPN û rêbazên din xwepêşandana hewl da ku dengê xwe ji bo raya giştî ragihîne.
Rêveberê Polîsê Necef ji kar hate dûrxistin
Di encama zextên xwepêşandêran de Wezîrê Hundirîn ê Iraqê rêveberê polîsên Necef ji kar hate dûrxistin û kesekî din li cihê wî hate peywirdarkirin.
Doh Wezîrê Hundirîn ê Iraqê Qasim Ehrecî biryara ji kar dûrxistina rêveberê polîsê Necef da û li cihê wî Elaî Xerîbî erkdar kir.
Dûrxistina ji kar a rêveberê polîsê Necef di encama zext û daxwazên xwepêşanderan de bû. Xwepêşandêr doh jî li Necef weke rojên din daketin qadan. Li Necef xwepêşandêran bi ser avahiya Hizba Fezîle de girtin û ew şewitandin.
Ji ber vê sedemê jî di navbera polîs û xwepêşandêran de alozî derket ku çend xwepêşandêr birîndar bûn.
Xwepêşandêr ketin avahiyên hikûmetê
Doh li parêzgeha Kerbelayê xwepêşandêran bi ser avahiya walîtiyê de girt û ketin nava wê. Piştre jî ew şewitandin. Li parêzgeha Necef jî xwepêşandêran bi ser avahiya Hizba Fezîle de girt û şewitandin.
Doh saetên sibehê jî xwepêşandêr ketin avahiya walîtiya Besra.
Ebadî bersiva daxwazan da lê fêde nekir
Serokwezîrê Iraqê ji bo dawî li xwepêşandanan were diyar kir ku ewê 3.5 milyar dolar bûdce ji bo van herêman veqetînin.
Li ser zêdebûna aloziyan Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî serdana Besrayê kiribû û bûyer li cihê cih şopandibûn. Li gorî ragihandinên Iraqê, Ebadî 3 milyar û 500 milyon dînar bûdce ji bo pêwîstiyên parêzgeha Besrayê veqetandiye. Her wiha têgotin ku Ebadî ferman daye ku parzûngeha avê û xizmetên tendûristiyê jî ji bo herêmê werin dabînkirin.
Li Hewlêrê jî xwepêşandanan dest pê kir
Li Hewlêrê jî li dijî kêmbûna av û ceyranê xwepêşandanan dest pê kir.
Li taxên Fermanberan, Fermanberên Yek, Hewkarî û Gelawêj ên bajarê Hewlêr li dijî kêmiya av û ceyranê xwepêşandanan dest pê kir. Xwepêşander çûne ber avahiya Desteya Wezîran û dest xwepêşandanê kirin.
Yekşema çûyî dest pê kiribû
Li bajarê Besrayê Iraqê ku ji aliyê petrolê ve pir dewlemend e, yekşema çûyî xwepêşandanan dest pê kiribûn û piştre xwepêşandan belavî Zîkar, Babil, Meysan, Diwaniye, Necef û Bexdayê bûbûn.
BEXDA