RÛKEN DEMÎR / AYŞE SURME / MA / IZMÎR


Gelo mekanekî şên, gundek bi temamî dikare bibe pêşangehek. Kesên ku meraq dikin heger biçin gundê Germiyan ê ser bi navçeya Izmîrê Çeşmeyê wê bi çavên serê xwe bersiva pirsê bibînin. Nuran Erden a 55 salî, li vî gundî wêneyên li ser dîwarên xaniyan xêz dike, û gund bi team,î veguherandiye pêşengeheke hunerî. Nuran Erden hem şivan e û hem jî şêwekara gund e. Nuran Erden, diyar dike ku bi xêzkirina wêneyan ew balê dikişîne ser bûyerên civakî.   

Gundê Germiyanê bi dîwarên xwe yên rengorengo ku dîmenekî dêwane nîşan dide, ser bi navçeya Çeşmeyê ye. Şêwekara dîwarên gund, Nuran Erden a 55 salî ye. Nuran Erden li gund hem cotkariyê û hem jî şivantiyê dike di ber karê xwe yê hunerî re. Nuran Erden bi xêzkirina wênayan balê dikişîne ser bûyerên civakî û hemû dîwarên gund veguherandine tuwaleke mezin a wêneyan. 


 


Her tiştî bi boyax û firçeyekê dest pê kir  

Nuran Erden dibêje, wê bi boyaxa avê ya zarokan li gund dest bi xêzkirina wêneyan kiriye û wiha dewam dike: “Her ku min hez ji xêzkirina wêneyan kir, min wêne xêz kirin. Bi demê re min hewce dît ku wêneyên ez çêdikim, dîtbar bikim û min dîwarên mala xwe veguherand atolyeyê. Wêneyên min li ser dîwaran xêz kirî, bi demê re şewq da dîwarên din. Xêzkirina wêneyan hîn bêhtir kêfa min anî. Sala 2015’an bi boyexa avê min dest bi çêkirina wêneyan kir. Bi rengê şîn tenê min dest bi çêkirina wêneyan kir. Rengê şîn esman û deryayê nîşan dide. Piştre min firçeyek kir destê xwe û hîn zêdetir reng xêz kirin. Pirr xweşik bû. Wênesaziya min a rengan, wisan dest pê kir. Boyexa niha bi kar tîmin, ên berê xaniyan ên derve ne.”

 

Dîwar çi bixwaze wê xêz dikim

Nuran Erden tîne ziman ku di wêneyên li ser dîwarên gund ew bûyerên civakî xêz dike û dibêje, “Ji şideta li dijî jinê û hemû cureyên şidetê re dibêjim na. Ez serpêhatî û bîranînên gelê gund li ser dîwarên gund xêz dikim. Li behsa wêneyan bikim, ez ji her kesê re dibêjim, ez li ser wêneyan nivîsê dinivîsim. Nivîs hîn zêdetir bala min dikişîne. Dema diçim pêşberî dîwar, diwar çi ji min bixwaze wê xêz dikim. Diçim pêşberî dîwarek sipî û tişta ji min dixwaze wê xêz dikim. Li gorî her malê û her kesê xêz dikim. Ez heqdestê  xwe naxwazim. Kanên kevir û Santralên Hîdro-Elektrîkê (SHE) gundan tine dikin. Ez wan xêz dikim. Ji bo bibîranan Komkujiya Enqerê ya 10’ê Cotmehê min gulên digirîn xêz kirin. Bi vê yekê min got, dibe ku deng vede.”    

 

Armanca min kêfxweşiya mirovan e

Erden dide zanîn ku ji gundê cuda jî pêşniyaz ji bo wê hatin û wiha dipeyive: “Ji hinek gundan gotin, ‘Were li gundê me jî wisan wêneyan xêz bike.’ Ez diçim wan gundan 3-4 roj dimînim û wêneyan xêz dikim. Ez qîmet bi gundê xwe didim. Di wêneyekî de detay hebin, gelek wext lê diçe. Ez  nikarim hestên xwe yên di dema wêne çêkirinê de vebêjim. Armanca min kêfxweşiya mirovan e. Li diwarên sade nihêrîn û li diwarên wêne li ser xêzkirî nihêrîn ne weke hev e. Ji gundê me kes naçe pêşengeha wêneyan, ji xwe ez ji wan re pêşengehê çêdikim. Hemû kesên tên gund, mîna ku çûbin pêşengehê.”

 

Hem şivan e hem bazarvan

Nuran Erden, destnîşan dike ku dema wêneyan çênake, şivantiyê dike û li bazarê dixebite. Nuran Erden, dibêje, ew di warê xêzkirina wêneyan de perwerde nebûye û wiha dawî li axaftina xwe tîne: “Li zanîngehê min 2 salan beşa xalîçe çêkirinê xwend. Ez ji azadiya xwe pirr hez dikim. Ji ber vê, min şû nekir. Ti nirx ji bo jinên hunermend heta roja me ya îro nehatiye dayîn. Ez bi vê yekê hisiyayî me. Ez ê xêzkirina wêneyan bidomînim.”

Tesadufeke xweş e ku Nuran Erden li gundekî bi navê Germiyan ku navê xwe ji eşîreke Kurd a di serdema Selçûkiyan de ji bakurê Mûsilê koçberî herêma Egeyî bûyî, girtiye. Jixwe vê eşîrê di sedsala 14´an de bi navend Kutahya Mîrîtiyeke mezin jî ava kiribû.