HEWRÊ KIRÊKAR

ROJNEWS/GERMIYAN

Nerazîbûnên welatiyên Başûrê Kurdistanê li dijî daxuyaniya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya dibêje PKK’ê beşeke xaka Başûrê Kurdistanê ‘dagir’ kiriye, dewam dikin. Bi vê boneyê welatiyên herêma Germiyanê nerazîbûna xwe anî ziman.

Li dijî her êrişê PKK’ê ev der parastiye

Welatiyê ji herêma Germiyanê ê bi navê Eyad Mihemed, îşaret bi daxuyaniyên beşekê ji rayedarên hikûmet û hizbî yên neerênî li ser PKK’ê kir û anî ziman ku ev daxuyanî cihê gumanê ne, ji ber ku bi salan e PKK têdikoşe, her dema metirsî li ser Başûrê Kurdistanê çêbûye, ew parastiye û ev yek li Şengal, Mexmûr, Kerkûk û Gulale hate dîtin.

Bê mantiqî ye

Mihemed diyar kir ku PKK gelek caran ji bo Başûrê Kurdistanê bûye mertal, ji bo wê jî hêzeke xwedî bandor weke PKK’ê bi ‘dagirker’ binavkirin qet ne mantiqî ye.

Rojnameger Şaho Îbrahîm jî anî ziman ku tişta PKK’ê ji 2014’an ve li Başûrê Kurdistanê kiriye, ji xebatên ku PDK û partiyên din dibêjin, me kirine, kêmtir nîne û îsbata vê jî parastina Hewlêr, Mexmûr, Kerkûk û herêmên din ên metirsî li ser ên Başûrê Kurdistanê ye.

Xweşkirina dilê rejîma Tirk

Şaho Îbrahîm îşaret bi gotinên Nêçîrvan Barzanî kir û got; “Mixabin ew neheqiya Nêçîrvan li hemberî PKK’ê kiriye ku wê weke ‘dagirker’ bi nav dike, sûcek mezin e. Vê jî tenê ji bo xweşkirina dile rejîma Tirk dike.”

‘PKK hêzeke niştîmanî ye’

Mamosta Şeyma Cemal diyar kir ku PKK hêzeke niştîmanî û neteweyî ye û wiha domand; “Binavkirina PKK’ê weke ‘dagirker’ şaşîtiyeke mezin a dîrokî li hemberî gelê Kurd e ku rayedarên PDK’ê dikin.”