Xwegihandina Geverê jî veguheriye zor û zehmetiyeke mezin. Piştî sekna zêdeyî du saetan a di rêzê de, mirov di kontroleke giran re tên derbaskirin û piştî qeydkirinê destûra derbasbûna mirovan tê dayîn.

Li Geverê ji 9 taxan, taxên Cûmhûriyet û Gungorê bi temamî hatine hilweşandin. Taxên Eskî Kişla, Mezarlik, Dize, Orman û Yeşîldere jî ji ber topbaran û bomberdûmanê xisareke giran li wan bûye. Taxa Esentepeyê, ku xendek û bend lê nebûn jî bûye xirbe.

Li bajêr, li 10 hezar mal û kargehan xisar bûye, xisara li 6 hezaran jî mezin e. Şêniyên navçeyê li taxên xisar lê bûne dest bi karê paqijkirin û avakirinê kirine. Geveriyên xaniyên wan bi temamî xera bûne, kon vedane û hewl didin jiyana xwe bidomînin. Geverî li benda rapora komîsyona tespîtkirina xisarê ne.

Li Geverê jî mîna li deverên din ên xwerêveberiyê, nivîsên nîjadperestî û zayendîperestî hatine nivîsandin. Li navenda sûka bajêr, ser van nivîsan hatiye nixumandin, lê li nava taxê hînê xuya dikin.

Li malan, eşyayên mîna televîzyonê yên dikarin werin rakirin, hatine birin. Klîma, eşyayên din ên li nava malê hatine şewitandin, yan jî gule li wan hatine reşandin.

Dengê teqînan ji bajêr kêm nabe. 

Geverî destnîşan dikin, ku ew ê li hewşa xwe konan vedin û xaka xwe neterikînin. Ji bo berhevkirin û çêkirina bajêr, kar destpê kiriye. Parêzerên ser bi Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê li Parka Avaşînê buro vekirine û desteka hiqûqî didin. Mîmar û endezyar jî li bajêr ji roja destpêkê ve tespîta xisarê dikin.

Ji bo navçeya ku Komeleya Alîkariya Rojava jî dest bi alîkariyê kiriye, destekeke lezgîn divê. Gever a ku veguheriye bajarekî xirbe, dewlet dixwaze wî vala bike.

Xelkê Geverê yê vegeriyaye îşaret bi xisara li wan bûyî dikin, doza alîkariyê dikin û dixwazin Kurdistanî wan tenê nehêlin. 


 COLEMERG