Wê bêhtir seferber bin
Tepe vê yekê weke êrişeke dewleta Tirk li dijî welatiyê wê dinirxîne û weke binpêkirina mafê mirovan a hişk û çor bi nav dike. Tepe bi bîr dixe ku welatê Erdogan bi peymanên navneteweyî soz daye ku mafê mirovan biparêze û pê re jî azadiyên sereke û azadiya akademîk.
Seroka GEW`yê nameya xwe bi vê bangê bi dawî dike: “Ji ber vê yekê ez bang li hikûmeta we dikim ku rêya xwe bihguherîne, û tedbîrên neqanûnî yên li dijî civata perwerdekaran betal bike, û pê re jî rêzê bigire ji ferz û sozên xwe yên ji ber peymanên navneteweyî. GEW û civata perwerdeyê li tevahiya dinyayê piştgiriya hempîşeyên me yên Tirk dike. Em ê çavdêriya rewşe her daîm bikin, û heke hikûmeta we bi tepisandina karmendên beşa perwerdeyê dewam bike, em ê bêhtir seferber bikin.”
FRANKFURT