Ji bo Zulkuf Gezer li Wanê çalakiyeke protestoyê hate lidarxistin. Hevserokên bajêr ên HDP’ê Yadîşen Karabûlak û Umît Dede, nûnerên KCD’ê, parlementera Wanê Mûazzez Orhan, çalakgerên TJA’yê û namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê jî tê de gelek kes tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn.
Parlementera Wanê ya HDP’ê Mûazzez Orhan daxuyanî xwend û got, “Di 17’ê Adarê de li Girtîgeha Tekîrdagê ciwanê bi navê Zulkuf Gezen li hemberî zext, înkar û polîtîkayên şer û li hemberî tecrîdê dawî li jiyana xwe aniye. Di vê pêvajoya krîtîk de ji bo ku kes nemire, divê Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rake. Zulkuf Gezen vê meşaleya azadiyê îro aniye qonaxeke nû. Zulkuf Gezen bûye deng û wijdanê civakê û gel.”
Piştî daxuyaniyê girse, bi sloganên ‘Bijî berxwedana Leylayê, ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Zulkuf Gezen rûmeta me ye’ meşiyan.
Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê, derbarê çalakiya Gezen de li ber avahiya partiyê daxuyanî da. Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, namzetên hevşaredarên bajêr û gele kest beşdarî daxuyaniyê bûn.
Hevserokê HDP’ê yê bajêr Zekî Îrmez, di daxuyaniyê de got, “Divê demildest tecrîd bê kirin. Daxwaza wan daxwaza gelê Kurd û ya me ye. Em ê xwedî li çalakgeran derkevin.”
Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê jî, derbarê çalakiya Gezen de daxuyanî li ber avahiya partiyê da û got, “Li dijî gelê Kurd û nûnerên wê şerekî taybet heye. Di şexsê Ocalan de tecrîda li ser gelê Kurd zêde kirin. Ji bo ku kesên mîna Zulkuf ji nava me neçin, divê em demildest bikevin nava liv û tevgerê.”
Rêxistinên navend û navçeyên Sîwereg, Serê Kaniyê, Wêranşar, Pirsûs, Bêrecûk, Xelfetî û Bozova yên Rihayê jî derbarê çalakiya Zulkuf Gezen de daxuyanî da û wan xwest ku tecrîd rabe.