Di serdema mîtolojîk de kesên zimanzan pir hindik bûn. Li gorî rîwayetekê Beriya Zayinê (BZ) di sala 850'î dê de Homeros, -ku li hemû cîhanê bi nav û deng e- ji Yewnanîstanê rabûye û çuye Memfîs ê (Misirê îro). Çuye cem Firawn Ramses. Û bi zimanê Ramses jê re helbestên lîrîk, lehengiyê nivîsandiye. Di serî de me got, ev rîwayeteke, yanî em nikarin bê şik û bê guman baweriya xwe pê bînin. Lê ya rast, wê demê têkiliya gelan hîn pir qels bû. Ji ber vê jî zana, dengbêj û feylezofan bi piranî tenê bi zimanê xwe ve dinivîsandin. Ji nivîskarên Firawn Ramses bigirin heyanî dengbêj û hunermendên Yewnanî yên sofîst û piştî wan bijimêrin Sokrates, Platon, Arîstoteles û ji wê derê rabin werin heyanî ku bezirganî ya li ser cîhanê belav bû, bi riya seferên şer û bezirganiyê pirtûk û pirtûkxane bi nirx hatin hesibandin û hatin veşartin, heyanî wan deman li ser ziman û nivîsandinê. Yanî em bêjin "kî bi zimanê kîjan gelî dinivîse" û "wêjeya kîjan zimanî xurtir e", li ser vê yekê zêde nîqaş pêk nehatin. Kesên bi aqil serê xwe bi van mijaran re nediêşand. Lê bi dema ku civak -zêdetir jî li Ewropa- netew bi netew hate ber veqetînê -pêvajoya netew-dewletê- ku mêtingerî bû rastiya dinyayê, ji wê rojê û vir ve temenê mirovekî têrê nake ku tenê niqaşên li ser ziman hatine kirin tomar bike.
Îro gelek nivîskarên bi nirx hene ku ne bi zimanê dayika xwe, zêdetir bi zimanê mêtingeran nivîsandine. Gelek nivîskar hene ku bi zimanê mêtingeran nivîsandin û berhemên gelekî xurt afirandin. Ji bilî vê jî ji mirovahiyê re ramanên gelek girîng afirandin, berhev kirin, ramanên gelekî balkêş raxistin ber civakan... Ji van kesan hin nivîskar û wêjevan ên Ereb nasdikim ku piranî bi zimanê Germen û Fransiyan nivîsandine. Dîsa hin nivîskar û wêjevan ên Latîn nasdikim ku piranî bi zimanê Emerîkî (Îngîlizî) nivîsandine û bi vî awayî wêje û feylezofiya mêtingerên Rojava bipêş xistine.
Bê guman, di nav vê mijarê de minaka herî balkêş jî Kurd in. Ne tenê wêje û fikir, ji qada siyasetê bigrin heya qadên akademîk, zanistî, medya, huner, hwd...
Lê belê bila neyê fêm kirin ku bi vê mijarê ve girêdayî ezê derheqê van kesan de tiştekî neyînî bejîm. Na bi Xwedê... Ji ber ku mêjiyê yanî hişê însan, di heman demê de mêjiyê civakî, mêjiyê mirovahiyê ye. Gava ku mêjî hîn xwe nedabe xuyakirin, wê çaxê zimanê mêjî jî nîne. Lê gava ku fikir, raman, hêst û mijar di nav mêjî de diveje, digere, wekî hevîr dihece, paşê hulduşe û diweşe, wê demê teqez bi zimanekî xwe dide der. Bi dengekî, bi rengekî, û bi awazekî, bi rih û ahengekî hulduşe. Ew deng, reng, awaz, rih û aheng jî bêguman di himbêza çandekê de xuliqî ye... Ji ber vê jî wêje, di heman demê de rih e. Ew rih, rihê heman zimanî ye. Ku bi zimanekî ji xwe re li peyv û gotinan digere. Ew rih, bi ziman xwe dide tavê û mezin dibe. Ew tav, bi heman zimanî tîroj dide însan. Gava ku ew wêje çu belav bû û di nav gerdunê de weşiya, wê demê her çiqas em bêjin nivîseke gerdûnî, fikreke afirandî be jî, di nav wê de çirûsandina ziman ê pê hatiye nivîsandin tu caran wenda nabe, xilas nabe...
Xaleke din jî, xêyrî nivîsandin û vegotinê pratîkê jiyanê ye...
Hin kesan nasdikim ku bi zimanê mêtingeran xwandiye, nivîsandiye, vegotiye û meşiyaye, lê tu caran ji eslê xwe, ji gelê xwe, ji çîna xwe, ji çand û axa xwe dûr neketiye. Bêhna ax û dayika xwe jibîr nekiriye, gorî wan nirxan jiyaye û tevgeriya ye. Mînak; Edward Seîd, ne tenê wêjevan bû, tenê feylezof jî nebû. Ne tenê zanyar, ne tenê ramyar, ne tenê çalakvan, ne tenê xwedî muxalefeta pratîkî bû... Li van hemû qadan ked dida, hin tişt dikirin û diafirand. Dinivîsî, vedigot, tevdigeriya û kevir diavêt amûrên mêtingeran... Wekî Seîd gelek mînak hene... Gotinên me tên ser vê xalê ku; ya girîng di hewşa namûsê de mayin, di qada fikir û nirxên exlaqî de mayin û bi ramana xwe berxwedan e...
Ezê jî îro pêve hewl bidim, xwedana xwe birijînim ku bi zimanê xwe binivîsim. Ezê bi zimanê dayikê, bi zimanê gund, bi zimanê deşt û axa xwe, bi zimanê xwezaya xwe; ya rast bi zimanê ku min di zaroktiya xwe de peyda kiriye, pê qisekiriye, pê leyistime, pê keniyame û pê giriyame, zimanê ku min hêst û baweriya xwe pêve girêdaye; ew ziman ê ku di Şikefta Çatê de weke gezgezkê bi bedena min ve zeliqiye û her tim ez sax kirime.... Bi vî zimanî... Yanî ji îro pêva ezê bi zimanê dayika xwe Zero binivîsim. Heke di serî de ji aliyê nivîsandinê ve hin qelsbûn hebe jî min efû bikin... Lê bawerim ezê di demeke nêz de vê qelsbûnê jî jî rakim...
Gezgezikên çatê