Di vir de nêrîneke serdest heye û ew nêrîn jî weke bendavek heya niha bûye astengiya nêzîkbûn û hevhembêzkirin a her dû gelan. -gelên ku li ser vê axê dijîn jî tevda, gelê Kurd û Tirk- Ewqas ku, gelê Kurd û Tirk, ji sed sal jî zêdetire di nava van niqaşan de xeniqîbûn, mabûn. Girîngiya vê nîqaşê jî, ji vir tê.
Bi taybetî ji bo bakurê Kurdistanê jî 'pirsgirêka Kurd' ji vê naverokê ve têr û tijî ye. Şoreşgerên 68 û 78 jî di nav de, çepê Tirk jî sernekevt ku xwe ji vê hişmendiyê biparêze û rizgar bike. Li gorî min 'netewîtî' ya ku niha li Tirkiyeyê ji bo wekheviya gelan wek talukeyeke herî mezin tên nîşandan jî, bi vê sedemê ve girêdayî ye. Li gorî vê nêrîna serdestiyê, 'Şoreşgerbûna Kurdan, bi tevlêbûna çalakiyên Tirkan wê were mezinandin.' Ev 40 sale, tenê di qada şoreşgertiyê de be jî, ji hev re nêznebûn a şoreşgerên Tirk û Kurd jî, bi vê nêrînê ve girêdayî ye. Ji bo ku ev nêrîn nêrîneke şaş e û bêhêzbûna şoreşa Anatoliyayê jî, ji bo vê yekê ye.
Ewilî em li ser buyeran bisekinin û hin tişt zelal bikin;
Roj bi roj, ji destpêkê heya niha, Kurd tev li çalakiya Gezî Perkê bûn. Di destpêkê de Kurd, wekî ku li Amedê hevalek were girtin û binçavkirin, wekî ku polês destê xwe biavêje porê dayikekê, wekî ku li çiyayê Kurdistanê operasyonên leşkerî çêbe û ciwan werin qetilkirin, wekî ku êrîs were li ser saziyan û ji rêxistinê re midaxale were kirin, nêz bûn Kurd. Ji darên Geziyê re, wek ciwanekî nêz bûn... Her darekî Geziyê, wek ciwanekî binavkirin. Çawa ku însanek an jî civakek li ber zilma ciwan kuştinê seknekî xwe nîşan bide, bi şewazekî wisa sekinîn.
Her kes zane, yê ku ji bo darên Geziyê li herî pêş ber xwe dabûn jî wekîlê Kurdan bixwe bûn. Ya ku ekolojiya Stenbolê wek daristanên Dersimê, wek çiyayê Cûdî, Gabar, Amanos, wek çiyayê Alakber, wek mêrg û deştên Botanê hesibandin û sekna xwe nîşan dan jî, bi ciwan û bi rêxistin, Kurd bixwe bûn. Her çiqas di roja duyemîn de, di navbera çend saetan de hin dudilî çêbûn jî, ew jî bi sedema serobino bûna rengê çalakiyê bixe bû. Ji ber ku, çalakiya Geziyê, nedişibiya tekoşîna Kurdistanê... Kurd, bi salan e ji bo ku mafekî xwe yê biçûk hilde destê xwe têdikoşe, berdelan dide, tê kuştin, gundên wê tên şewitandin, ciwanên wê tên kuştin û hwd. Lê ew çalakiya Geziyê, bi şiklekî din, wekî ku di navbera rojekî de serkeftina xwe îlan bike, rengekî wisa dida. Ji ber wê jî, Kurd, bi ceribandina wê ya ku bi salan, bi êşên bêtarîf ve tê û tijî ye pêre nêzîk bû û seknê xwe ya giran û bi disîplîn parast. Ji derve, ew şewaz wek dudilî hate binavkirin.
Tevgerê Kurd, ne bêqible ye. Bi salan têkoşiyaye. Bi salan li beranberî desthilatdariya pergala Tirk, ya ku hêza xwe ji komployan, ji mêtingerên emperyalîst digire têkoşiyaye. Li himberê entrîkayên serdestên Faris, Ereb û Tirk, li dijî hêza komploya navnetewî têkoşiyaye. Dijminê xwe zane, nasdike, ji bo hêza xwe xurt bike di nav çembera felekê re derbas bûye. Bi tiliyê xwe, bi diranê xwe hêza xwe ya şoreşê ava kiriye. Her tim bi sekna şoreşgeriyê tevgeriyaye, baş zane ku mezinbûna xwe ji nirxên, bi baweriyên şoreşgeriyê re deyndar e.
Rast e, li Tirkeyeyê, li Gezî û piştre jî li her bajar û qadên Tirkiyeyê, di navbera çend rojan de çalakiyên ku naveroka wan gelek jîr û jîrektiyê ve tijî hatin çêkirin. Lê di naveroka van jîrektiyan de jî piranî tevkariya fêrkirina tekoşîna 40 salî hebûn. Hê jî ew tevkarî berdewam e.
Tevgera Kurd, di heman demê de tevgereke ekolojîst e. Tevgera Kurd, di heman demê de tevgereke hevjiyanê ye, tevgereke jinan e, tevgereke jîrektiyê ye, tevgereke her rengê, her dengê, tevgereke însanên ku di nav civakan de hêstên xwe, bawerî û nirxên xwe, bi şêwaz û bi rizagariyê xwe ve dixwazin bijîn tevgerê wan e.
Ji ber wê, Gezî, wek qadekî şoreşgeriyê, gada tevgerê Kurd bixwe ye. Heke şewaza xwe ya azadiyê wenda neke jî, Gezî "mêydaneke Kurdistanê" ye.
Geziya Kurdan
Ji destpêka çalakiya Gezî Parkê vir ve, li ser tevlêbûna Kurdan ya vê çalakiyê gelek nîqaş hatin kirin. Piraniya van nîqaşan jî, taybet hatin li ser rexnekirina tevgera Kurd kom bûn. Ev mijar, her çiqas ji hin kesan re wek niqaşekî sivik û rojane xuya bike jî, di rastiya xwe de ne wisa ye. Birastî jî mijareke pir zirav, hesas û nazenîn e.