Operasyona ku Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) li başûrê Hesekê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê daye destpêkirin, di roja 9’an de didome. 

Li gorî nûçegihanen ANHA’yê çeteyên DAIŞ’ê li hemberî operasyonê ji bo ku pêşketina hêzên HSD’ê rawestînin, pêr şev êrîşî gundên Sihefat a Başûr, Sihefat a Bakûr û Saad Mahmud ên dikevin bakur rojhilatê Gola Xatuniyê kirin. Di encama pevçûnên dijwar ên li van herêman de êrîş hatin şikandin û 41 çete hatin kuştin. Hate diyarkirin ku yek ji çeteyên hatine kuştin, serçeteyê ji welatê Mexrîbê (Fas) ye. Di pevçûnan de gelek cenazeyên çeteyan, çek û cebilxane jî ket destê hêzên HSD’ê. Hate ragihandin ku di pevçûnan de 4 şervanên HSD’ê bi sivikî birîndar bûn. 


Êrîş kirin lê derbê giran xwarin

Gorî nûçegihanên ANHA’yê pêr saetên evade de jî çeteyan hewl da ku ji aliyê bakûr ê Gola Xatuniyê êrîş bikin. Lê hêzên HSD’ê bi wan hesiyan û bersiv dan. Di pevçûnên dijwar ku heta doh serê sibê dom kirin de 35 çete hatin kuştin. Di van pevçûnan di gelek çek û cebilxane jî hatin desteserkirin. Cebilxaneya ku hatiye desteserkirin wiha ye: Tirimpêleke ku doçkaya 23,5 a du lulî li ser e û 2 tirimpêlên leşkerî, 14 qutî guleyên doçkaya 23,5, zincîra doçkayê û 50 guleyên wê, 2 tiripêlên ku yek ji pick-up e, 11 kelaşnîkof, 60 şarjor û bi hezaran gule, 2 çekên M16  û 7 şarjorên wê, Çekek BKC, 3 zincirên wê û 300 gule, Roketavêjek B7 û 15 roketên wê, Demanceyek, 3 doçkayên 12,5 û 350 guleyên wan, 5 bêtêl, 9 bombeyên destan.


Hêza wan ji Iraq û Reqayê tê 

Li aliyê din çavkaniyên HSD’ê diyar kirin ku çeteyên DAIŞ’ê derbeyên mezin dixwin û hewl didin ku hêzên din ji Iraq û Reqayê bînin herêmê û pêşketina HSD’ê rawestînin. Çavkaniyan gotin ku piraniya çeteyên hatine kuştin Kazak, Çeçen û Tirkuman in.


Nivîsên bi Tirkî 

Li ser çeteyên ku hatine kuştin nivîsên ku bi zimanê tirkî hatine nivîsandin jî hatin dîtin. Ev jî agahiyên “li herêmê yekîneyek çeteyan a ji tirkan pêk tê heye” piştrast dike. 


Baskê Hesekê gihîşt gundê El-Selaliyê 

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê ragihandine, hêzên HSD’ê li bakûr rojhilatê Gola Xatuniyê doh saet derdora 11.40’an de gundê bi navê El-Zeniyê ji çeteyan rizgar kir. Di navbera gundên Hilûl û El-Bihema de jî di navbera hêzên HSD’ê û çeteyan de pevçûn derketin. Di encama van pevçûnan de 15 çete hatin kuştin û 2 tirimpêlên wan hatin rûxandin.

Baskê HSD’ê yê ku ji aliyê Hesekê ve pêşketina xwe didomîne jî, gundê El-Selaliyê ji çeteyan paqij kir. Lê debarê encamên pevçûnan de agahî nehatin bidestxistin. Dîsa di pevçûnên li gundê  Meqasim Colan de jî 6 çete hatin kuştin.  


 NAVENDA NÛÇEYAN




Tevlî HSD’ê bûn


Eşîrên Ereban ên başûrê Hesekê tugaya xwe ava kirin û fermî tevlî Hêzên Sûriyeya Demokratîk bûn.

Eşîrên Ereban ên başûrê bajarê Hesekê, avakirina Lîwa Siqûr El-Badiyê (Tugaya Bazên Bejahiyê) ragîhandin û fermî beşdarbûna xwe ya di nava hêzên HSD’ê îlan kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: Em bi hemû pêkhateyên din ên Sûriya Demorkatk ku ji Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryan û Asûrî pêk tên radighînin, em ê cihê xwe di opersyona rizgarkirin û avakirinê de herêmê de bigirin.”

Piştî xwendina daxuyaniyê bi dawî bû endamên Tugaya Siqûr El-badiya diruşmeyên berxwedana Hesekê silav dike beriz kirin û gotin ku ew ê tevahiya xaka welat ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin. 


 HESEKÊ




Nasnameyên cangoriyan 


Navenda Çapemenî û Raghandinê ya YPG’ê nasnameya 6 şervanên YPG/YPJ’ê ku di operasyona Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) ê ya li başûrê Hesekê de jiyana xwe ji dest dan, bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe ya fermî eşkere kirin. Di daxuyaniya YPG’ê de wiha hate gotin “Şervanên me bi alîkariya birayên me yên din dest bi pengava rizgarkirina bajahiya Rojhilatê bajarê Hesekê kir û bi berxwedaniyek bi rûmet şervanên me tevî hêzin din tekoşîn dikin. Di vê tekoşîna efsanewî de hevrêyên me yên bi rûmet Bariş Duman binasnav Brusk Kato, Mazlum Keskîn binasnav Berxwedan Dêrik, Emrah Erçîk binasnav Şêrzan Koçer, Sayd Kardaş binasnav Milîtan Azad, Serwet Yalçin binasnav Raşîd Gever, Xanim Ardiç binasnav Roj Adiyaman di 4’ê Mijara 2015’an de di operasyonên Holê de giheştin asta şehedetê.”

YPG’ê di daxuyaniya xwe bi vî awahî bi dawî kir: Em wek YPG ê û YPJ ê soz didin van rehevalên xwe ku ew ê bimînin rêberên me û em ê şopa wan bigrin ta qezenckirina jiyanek azad û bi rûemt ji bo tevahî gelên herêmê û avakirina sîstemek e civakî, axlaqî, azad û demoqratîk li Rojavayê Kurdistanê.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN