Meşa Dirêj a bi armaca protestokirina êrîşên hêzên girêdayî PDK’ê ya li ser Şengalê li bajarê Dûsseldorfê heta Brukselê hate destpêkirin gihişt sînorê belçîkayê. Meşvanên ku pêr êvarî şeva xwe li bajarê Heerlen ê Hollandayê derbas kirin şevêdin jî li bajarê Mastrichtê man. Meşvan îro di roja 5. a meşê de derbasî nava Belçîkayê dibin.  

Çalakvan bi daxwaziya protestokirina êrîşên çeteyên PDK’ê ya li ser şengl, naskirina xweseriya herêma Şengalê, di qada navneteweyî de naskirina hêzên YBŞ/YJŞ a parastina Şengalê û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bicihkirina hêzeke navneteweyî ya parastinê k udi 20’ê Adarê li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê hatibû destpêkirin, wê 27’ê Mijdarê bi mîtînga ku wê li pêşiya Konseya Ewropa ya li paytext Bruksel a Belçîkayê bê lidarxistin bidawî bibe.

Hunermendê Êzîdî Emele ku beşdarî meşê bûye nerînên xwe wiha parve kirin: “Dram û qirkirina sedan salan a li ser civaka Êzîdî hê dewam dike. Bi rêya malbatên xwe em şahidiyê ji drama li Şengalê re dikin, agahiyan digirin. Tevî hemû zext û zordariyê jî şervanên me Şengalê diparêzin, dayikên me li ber xwe didin.  Em van êrîşên ku bi pêşengiya PDK’ê û desteka AKP’ê tên kirin, ji vê derê şermezar dikin. Di vê meşa me de, Kurdistaniyan, dostan, Elewiyan, endamên tevgera Îslamî em bi tenê nehiştin. Me careke din nîşan dan ku em civakeke mezin in. Tevî zor û zehmetiyan jî meşa me ya ber bi Brukselê ve dewam dike.“ 


MASTRİCHT