Endamên Komîsyona venêrtina Şaredariya Mêrdînê rapora 2011'an a venêrtinê temam kir. Endamên AKP'î bi serê xwe rapor amade kirin û ji meclîsê re derbas kirin. Endamên meclîsê yên BDP'î jî ku ji nedîtî ve hatin dîtin li serdozgeriya komarê ya Mêrdînê gilî kirin. Endamên meclîsê, Hevseroka BDP'a Mêrdînê Sîhem Elveren Alp, Rêvebirên BDP'a navçe û bajêr jî di nav de komeke qelebalix li ber edliya Mêrdînê lihev civiyan. Polîsan li vir koma BDP'î asteng kirin û gotin; kom tenê ji bo gilîkirinê dikare derkeve pêşberî dozger. Piştî hevdîtina BDP'î û rayedarên polîsan koma BDP'î çû edliyê û li serdozgeriya komarê giliya şaredariyê kir. Piştî gilî hat kirin Endamê meclîsa şaredariyê yê BDP'î M. Şafî Demîr li ber edliyê daxuyanî da û got; "Şaredar dema hat ser kar soz da gel. Ji bo ew ser soza xwe nerawestiye divê ev mijar bê lêkolînkirin û di vê çarçoveyê de gav bên avêtin."
MÊRDÎN