BERHEM LETÎF/BÊRÎVAN ELÎ / ROJNEWS/HEWLÊR
Parlementerê YNK’ê yê Herêma Kurdistanê Serko Azad diyar kir, ‘Qanûna piştgirî dayîna berhemên xwemalî’ bi bahaneya qeyrana darayî û êrişên DAIŞ’ê ne hatibû pêkanîn, lewma parlemento niha hewl dide qanûnek bi navê, ‘Parastina berhemên xwemalî’ derxîne.
Qanûna, ‘Parastin û pêşxistina berhemên çandiniyê li Herêma Kurdistanê’ ku di sala 1992’an de derketiye, di sala 2008’an de li ser daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê careke din di ber çavan re hatiye derbaskirin û hatiye qebûlkirin.
Li gorî qanûnê ji bo berhemên çandiniyê yên xwemalî zêde bibin, gund ava bibin û cotyar zeviyan biçînin divê hikûmet piştgiriya pêwîst bide.
Herçend hinek bendên vê qanûnê di salên destpêkê de hatibin pêkanîn jî, hikûmeta herêmê bi bahaneya şerê DAIŞ’ê û çêbûna qeyrana darayî bi awayeke berbiçav daye sekinandin. Bi taybet ji sala 2014’an heya niha bi ti awayî kar li ser vê qanûnê nehatiye kirin.
Qanûna ‘Parastina berhemên xwemalî’
Parlementê YNK’ê yê Herêma Kurdistanê Serko Azad ku di heman demê de endamê Lijneya Aborî ya parlemenetoyêye têkildarî nepêkanîna qanûna, ‘Parastin û pêşxistina berhemên xwemalî’ û projeyên parlementoyê yên nû axivî.
Ji bo qanûna navborî were pêkanîn, parlementoya Herêma Kurdistanê hewl dide qanûneke din a nû ya bi navê, ‘Parastina berhemên xwemalî’ derxe. Serko Azad diyar kir ku wan ev qanûn ji bo qanûnên din pêk werin û zextê li hikûmetê bike, derxistine.
Li herêmê gelek pêşniyarqanûn hatine erêkirin û bûne qanûn, lê di rastiyê de nayên pêkanîn. Yanî tê wê wateyê ku çiqas yasayên me yên baş, yasayên me yên ji bo başkirina berhemên xwemalî hebin jî ya girîng pêkanîn an jî bi cih anîna wan e.”
Piştî ku herêma Kurdistanê bi awayekî serbixwe dest bi derxistin, berhemanîna neftê û hinardekirina wê kir, zêdetir girîngî da dahata ji neftê tê. Ji sedî 10 jî dahata xwe ji gumrikan digire. Lê divê em girîngî bidin çavkanî û berhemên ciyewaz ên cûrbecûr. Divê em tenê pişta xwe bi dahata neft û gumrikan germ nekin. Eger em girîngî bidin hilberîneke pircûre em ê bikarin dahatê ji çandiniyê û hwd jî bigirin.”
Qanûn ji bo piştgirîdayîna boykotê ye
Pêngava boykotkirina malê Tirkî serkeftîbû û hişt ku xelk berê xwe bide berhemên xwemalî. Ji ber vê derfeteke mezin e ku niha girîngî bidin berhemên xwemalî. Baweriya me jî bi vê qanûnê heye ku pêk were. Gelek parlementer bixwe boykota malê Tirkî kirin û daxwaznameyek pêşkêşê hikûmetê kirin, ji bo piştgirî bidin pêngava boykotê. Me pêşniyar qanûna, ‘Parastina Berhemên Xwemalî’ bi armanca piştgirîdayîna berhemên xwemalî û boykotê di warê qanûnî de hatiye kirin. Hikûmet jî rizamendî nîşana vê qanûnê daye ji bo pêkanînê.