Li welatên Ewropaye ne wekî me ye. Belê, rekabet pir mezin e, lê xetên di navbera pîşeyan de zelal in, her kes li gor pîşeya xwe tevdigere. Tiştê herî girîng jî kevneşopiyeke xwendinê rûniştiye. Her kes hê di dibistana seretayî pola dudyan de dest bi xwendina çîrokan dike. Her çendî teknolojiya dîgîtal bandoreke nerênî li niviskariyê kiribe jî, çîrok û romanê hê rola xwe wenda nekiriye. Facebook li gor xwe xwedan çandeke nû jî be, her kes cihê xwe dizane. Bes roman Ewropî jî reng guhertiye. Wêjeya Ewropî niha di siya romanên zevengî (şehwetê), nîv porno û romanên polîsiye de maye.
Nivîskariya Kurd a bi serûmê ve girêdayî, hîn li ser çarlepan neketî, ji hemû derfetên neteweyên din bêpar, di nava kom, hêz, heremparêzî, têkiliyên merivatiya feodalî de sergêj, di siya vê gevolê de hê birîndartir bûye. Gazinca niviskar bê bersiv, axîna ji bo ziman û xizmeta ziman jî bê nirxek û piçek hestê rûmetê hîskirinê li valahiyê dipere. Tenê bi wîjdana ji bo zimanê Kurdî û wêjeya Kurdî hewldan jî dikane di xalekê de mirovan bifetisîne. Vê mîrata wêjeya dîgital ya di nava gemara dîwarê facebookan de lewitî jî hêviyên heyî bi bêwîjdaniya cihadistan kuşt.
Nizanim ji pîşeya min, yan hobûna min e, ez xwerû kesên ji rêzê ziyaret dikim. Di her ziyaretê de jî dixwazim guhertinên li ba wan têbigihîjim. Ez çendekî berê çûbûm mala camêrekî. Leptopeke nûjen li ser maseya wî vekirî, rûpela wî ya facebookê bi hevalên wî yên facebookê dagirtî çavên mirovan digirt. Camêr bi awayekî bi xwe bawer li min nêrî, ji min re bi berkenîneke tinazî got: „Mamoste êdî ji we re niviskarî nema! Me wek gel dest avêtiye çîrok, helbest, û romanê. Tu dizanî, zimanê gel li ba me ye, zanîna bav û kalan di bîra me de ye. Ez romana xwe binivisînim, wê hemû niviskar di siya wê de bimînin! Binêr, min yek çîrokek kurt ji bo hedana xwe anînê nivisî, di rojekê de bi şêst kesî xweş hat.“
Min jî bê dilek xirab bi devkenî got: „Zirara miyê sor tê de tune, binivîse! Dibe ku sûda wê bigihîje me jî.“
Çîroka camêr wiha bû:
(Tîpên tevlihev, rastnivisandineke lewitî, lê şaşiyên wî tev de di bîra min de nema, lema ezê çîroka wî hinek sererast binivîsim.):
„Min xweşikek dît û min simêlên xwe bada, min got: „Keçê maçek bide min!“ Keçikê got: „Ku tu mêrî, maçek ji min bidizî!“ Ma mêrekî mîna min di bin gotina keçikê de dimîne? Min bi weş bazda, bi porê wê girt, serê wê xwar kir. Keçik giriya, got „meke!“ Eh ma ez berdidim, ez kekê we me! Min lêvên wê di nava lêvên xwe de guvaşt, ta ku ew ji xwe çû!“
Yên di dîwarê wî de; ji nivisên wan ên Kurdî, Tirkî û Almanî xuya dibû ku tev de wek wî, piçek ji wî zêdetir, hin jî ji wî kêmtir bûn.
Dîwarê wî bi piranî bi galgalên li ser tendûran û çend wêneyan dagirtî bû. Yekî jî helbesteke wisa nivisîbû:
„Yarê yara kezî zer / çavên min li ser sêvên li ber / dilê min keliya li ser/ ji heyecanê strana „Werin sêva werin sêva ji dev hat der.“
Derdê çapkirin û belavkirina berheman, kêşeya têkiliya niviskar û xwenêran, henek û tinazên hin kesan, awirên tûj yên Tirkînûseran ne bes bû, vê girara wêjeya facebookê jî xwe da ser.
Girara wêjeyê
Ew dema zanyarî û hedan a bi xwendinê di nava rûpelên pirtûkan de bû, nuha di nava çîrokan de wenda ye. Her tişt ketiye ber bextê dema teknolojiya dîgîtal. Her kes di max û koşeyekî veşartî de li gor cihana xwe ji rastiya xwe zêdetir xwe teşhîr dike. Kîte, peyv, hevok û hestên wêjeyî li ber bayê ketiye. Dizî û lihevgerandin, biwêjên têgihîştî, ne têgîhîştî, helbest û pexşan, çîrok û vegotin tev de li hev geryaye, wek girara nezanan li ber çavên mirovan qîç xuya dike. Cihaneke geremol, zanyarî û nezanîn, rastî û nerastî têklihevbûne. Gava mirov li dîwarê facebookê dinêre, dibîne ku bêhay pîhn li polîtologan dixe. Kesên nikanin riya ber xwe bibînin stratejîstan di siya xwe de dihêlin. Hê nizane ziman çi ye, qelema lînguîstan dişikênînin. Peyva mamoste derketiye mazatê. Mirov nizane çi navî li vê rewşe ke; “Ser û binbûna tikûzî û rêkûpêkiyê? Têkçûna zanyariyê? Rizîna civakê?”