
Gerîlayên HPG û YJA Starê, doh li girê Alîşer ê li navçeya Colemêrgê Geverê derb li eskerên Tirk ên dagirker xistin. Di encama çalakiyê de 6 esker hatin kuştin.
Hêzên gerîla ji du baskan ve li eskerên Tirk ên li kaşê Alîşer xist. Şerê li vir bi qasî saetekê dewam kir û di encamê de eskerên Tirk neçar man vekişin ser gir. Li ser vê yekê, hêzên gerîla bi çekên giran li gir dan û vê çalakiyê heta danê êvarê dewam kir.
Li gorî agahiyên ku ANF'ê ji çavkaniyên herêmî wergirtine, 6 eskerên Tirk li vir hatin kuştin, gelek esker jî hatin birîndarkirin.
ANF / ZAGROS