Bîr çiqas kur be ew qas dirêj in ewqas dirêj in stranên we. Di kurahiya herî dûr de zarokatiya me heye. Bîra tarî kur û strana herî dirêj jî ya zarokatiyê ye. Bîranîn çiqas kevin dibin ewqas jî diçirisin. Gava mirov bi ser şopa wan dikeve ew jî biçirisîna xwe ronî dikin bîra me.
Bîra me çiqas kur e, çi dibînê bîra me de ye? Ka em dev ji nêrîna rûyê bîrê yê ku em tenê sûretê xweş tê de dibînin bedrin û li kûrtir binêrin. Ji ber ku devê bîrê tenê şewq dide. Rûyê me û em ji niha de tê de dibînin. Wekî avrêyek raza wê weşiyayî şolî ye devê bîra me. Em ne kûrabî ne jî firehiya bîrê nabînin. Ew ava ku şewq dide rûyê me çawa kom bûye çawa tijî bûye bîr. Piştî kîjan baranên bi êş, bi xewn, piştî kîjan firtoneyên îxanetê, bêbextiyê û lehengiyê piştî kîjan bahozên bawerî , hêvî û cengên bê eman. Bîra me xezîneya hebûn û çêbûnê ye. Gava ku bîra me biçike hebûn bêwate dibe. Mirov bi bîrê dibe xwedî paşeroj û siberojan.
Carnan bi stranekê carnan bi hebûna şabûneke bi bêhna kulîlkekê, carna bi ramanekê em dadikevin hundirê bîrê. Carina gotinek, navek, dengek li binê bîra me dikeve û fireh dike xelekên we. Di her xelekekê de raperîn, birîn, şewat, windakirin, malwerankirin, îşkence, sînor, çiya, sêwîtî û rêwîtî hene.
Girê şêra wekî dengekî li bîra min ket û di bîra min ya zarokatî de çirisî. Ava bîrê li bin guhê hev ket. Bû stranek ku mirov bikaribe li ber dîlana mêrdînkî bike. Bû çîrokek ku mirov bîrê bi hêsirên çavan tijî bike. Her dengeke, her naveke, her bûyerek ji derekê ve derdikeve. Serhildanên ewil, şahadetên wekî kulek vekirî, meşên şevan, îxanet û strana heval Kamûran ango “Sêzdeh heval bûn” Ew stran gerek di bîra me de be. Lê zarokatî û ciwantiya ku salên notî jiyabin ji bîr nakin. Ez bawer im neketiye quncik û cîveşartokên bîrê. Ez tevî wê stranê ji serî heya binî hîn bûbûm û tu carî neket quncikên bîra min. Ji derveyî wê stranê yên di bîra min de ne yan bêserî ne yan bêdawî ne. Jixwe hinek ne serî ne jî dawî ne. Strana heval Kamûran li ser lêvên min û ez di kûrahiya bîra Girê Şêran de me. Despêke wekî ku di nav xewnek ku min berî niha dîtiye lê parçe parçe tê bîra min. Ji bo xewn û xeyalên parçebûyî werin temamkirin , çend navên bê cism, çend naveroka wan a bi mij zelal bibin, parçeyên winda werin temamkirin ez bi pey şopekê ketim. Li gund û çiyayên zarokatiya xwe yên ku nav û hesteta wan tim bi min re heye geriyam. Bi lehengên xewnan re rû bi rû mam. Bi Zekî, Salih, Rewşen, Bêrîvan, Azad, Xebat, Şemseddîn û hwd. Bi wan re çûm çiyayê Stewrê, Ewîna, Cilîn, Cirzê Kerboran, Dengiza û Nisêbînê. Şoreş û têkoşînê çawa dest pê kir, valakirin û şewitandina gundan, fedekarî wêrektî û tirsa gundiyan û ya gerîla, serhildanên ewil şehadeta sêzdeh hevalan û serhildana Nisêbînê , windakirin û serkeftinên bi bedelên mezin hatin jiyîn. Gire Şêran Menaf Osman nivîsandiye, Remezan dîroka Mêrdînê ya serhildan û berxwedanên salên 1989 û 1991 di nav dijwariyek mezin de derbas dibin. Geh bêhna me diçikîne geh periyên me çêdike û me bi firê dixînin.
Dubendî, lawazî tirs û nebesiyên gerîla di şexsê Rewşen, Azad, Emîne, zekî û Lokman de dibînin. Menaf, Osman bi lêhurbûneke derûnî û civakî dihûne şexs û bûyeran. Di nav dilê wan de lê dide dilê me. Ji ber rastî tu carî ne yekalî ye ji ber mirov hebûnek civakî dijî bi gelek sond û çînan tê strandin. Şoreşgerên welatê me ew lehengên dildar, dilav, dilbaran jî şerê avakirina şoreşê û bûyîna şoreşger herî zêde di kesayeta we li hemberî bihevreman û şêwegirtina civakî didan. Civaka me şoreşger neafrandiye. Şoreş şoreşgerên xwe jî diafrînin. Girêşêran afrandina şoreşgeriyê ye di nav çiyayên Mêrdînê de. Gerîla ne tenê qehremanên bêkêmasî, ne jî periyên bêbask û ne jî milîtanên asîna û cinên çiya ne. Tevî dubendiyên xwe şervanên dilsoz in. Dixwazin bi tîrêjên rojê bişon ramanên xwe, bi ava rûbaran bişon dilê xwe û bibin baranên pir paqij û bibarin ser erdê bej ser çolistanên me. Geh di bin siya ewrê tarî de dimînin geh bi tîrêjên rojê wekî gulberojan vedikin. Bi jor ve tim bi jor ve diçin.
“Ber bi jor ve
Ber bi pozên Şêxan û Kelê…
Çiyayê Dengiza û Sitîzan
Ew taht û latên bi heybet
Yên bi xîret
Ber bi dar re û daristanên Tizyan û cilînê ve
Li starên xewle ber bi asîmanê hêşîn û belek ve.
Û li vir bêhna xwe berdidin
Li rengê ba du siyan
Du latan
Du giran…”
Em spas dikin ji nivîskarê Girê Şêran Menaf Osman re. Girê Şêran bîra me ya zaroktiyê ye bi gelek nirxan tijî ye. Hewce dike her Kurdek dengekî li bîra xwe bike û Girê Şêran bixwîne. Her çiqas pirsgirêk û kêmasiyên teknîkî hebin jî bi kurmaciyek zelal û bi hûrbûneke zirav hatiye nivîsandin. Hevîdar im ku dê bîra me ya nivîskî dewlemendtir bike.
SARYA MULKIYE DOGAN/Girtîgeha Tîpa M a Gebze ya Kocaelî